PKAN-Danîmarka, roja yekşemê li bajarê Ishoj’ê li salona Vejlebroskole Semînerek li ser pirsgirêkên Ciwanan , komên çete û komên dînî lidarxist.
Pêşkêşvanê Semînerê Katina Ali Rasmussen û Şengûl Akbal Deniz bûn.
Katina pêşkêşîya xwe li ser ciwan çawa tevlî komên çete û komên dînî dibên amede kiribû.
Zarok û ciwanên li malbatên ku pirsgirêk hene, zarok û ciwanên ku pirsgirêkên wan ji hêla dê û bavan ve nayê ditîn û yên ku alîkarîya pisporan nagrin. Yên ku di valahî de ne , zêdetir meyla ji bo komên dikin. Ewan bi hêsantir dikevin ser rêya radikalbûn û sûcdarîyê.
Katina,ji Rêxistina Amal Hayat Denmark beşdar bibû.
Şengûl, pêşkêşîya xwe li pirsgirêkên malbatên Kurdên Anatoliya Navîn ên li Danîmarka dijîn, bi avakî vekirî û zelal yek bi yek ji guhdarvanan re şîrove kir.
Şengûlê , nimûne ji jiyana dê û bave xwe de, ji serpêhatî malbatê xwe û ji yên gendi bi xwe de dan.
Şengûlê, pirsên ciwanan , bi ciwanan re û bi hev re nîqaş kirin.
Yên ku tevlî bûnê jî , bi şîrove û pirsên xwe reng dane Semînerê.
Şengûl Akbal Deniz Pedagog û Familie terapiste , xêrê ji vê, bi salan endamê meclîsê Belediyê Ishoj’ê bû.
PKAN-DK, standa vekir, kitêba Yusuf Z. Sûtçû û kitêbên PKAN’ê dane nasandin.