NÛÇÊ DAWÎ

YAZARLAR

ÊRÎŞA LI SER ROJAVA NAYE QEBÛL KIRIN

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ango selefî û cîhadîstên li Rojava çar roj ber vê êrîşeke berve Helebê da destpêkirin.

Dema êrîşê watedar e.

14’ê mijdarê Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey hat Enqereyê û serdana TUSAŞ’ê kir.

25’ê mijdarê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte jî hat Enqereyê û wî jî serdana TUSAŞ’ê kir.

TUSAŞ sazîyeke sîlah û amûrên şer hildibireye.

Ji serdana wezîrê Îngilistanê û sekreterê saziya şer a NATO’yê şûnda êrîşa navborî dest pê kir. Li aliyên din çend roj in saziyên kurdan ên li îngilistanê jî di bin êrîş û dorpêça polîs de ye.

Helbet ew gîştik ne tesadûf in. Berovajî plansaziyek navnetewî ye.

Em dibêjin êdî bes e ji lîstik û berjewendparêziya Îngilistanê û Cîhana Rojava re.

Em helwesta Tirkiyeyê ji aliyekî de qaşo ji bo aştiyê gavan diavêje û ji aliyê din jî bi rêya rêxistênên cîhadîst êrîşan dibe ser Rojava ji bo ku Rojava ji holê rake, bi tundî şermezar dikin.

Em daxwaz dikin Cîhana Rojava û Tirkiye rojek berê dev ji vê helwesta xwe ya dijmirovî berde û hebûna kurdan qebûl bike.