Em di dehemîn salvegera wefata wî de yek ji pêşengên têkoşîna aştî û azadiyê Murat Bozlak bi rêzdarî bi bîr tînin.
Murat Bozlak tu carî dev ji doza xwe û têkoşîna xwe berneda. Ew qes bi cesaret û dilsoza têkoşîna xwe bû ku qatilên xwe yên ku dixwestin wî bikujin bi ço (dar) da dû wan.
Rola sereke ya Murat Bozlak di nav Kurdên Anatoliya Navîn (KAN) de bahozek çêkir û Kurdên Anatoliya Navîn doza xwe ya neteweyî girtin, hêz û îlham ji Murat Bozlak girtin.
Navê Murat Bozlak bû sembola nerazîbûna 500 salên sirgûnê û 100 salên asîmîlasyona sîstematîk.
Murat Bozlak di gora xwe de rihet ramede. Em ê bîranîna wî û rabirdûya wî di quncika herî bi qîmet a dilê xwe de biparêzin.
Weke PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn em Murat Bozlak bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku têkoşîna ku bi bedelê canê xwe daye berdewam bikin û bigihînin encamê.
PKAN-PLATFORMA KURDÊN ANATOLİYA NAVÎN