NÛÇÊ DAWÎ

ÇALAKÎ

ŞEVA OMERA LI STOCKHOLM

Şeva Çand û Hevgirtinê ya Swêdê Omeranli, di roja 04 çile pêşîn 2025an li navçeya HANDEN’ê hat lidarxistin. 

Şeva Omera , bi mexseda hatina cem hev hate organîzekirin. 

Di şavê de mesajên pîrozkirina ji hêla nûnerê Komela Omera yên Norweç Almanya Avusturya Danîmarka û her wiha mesaja nûnêrê ji Omera gendî hatin xwendin.  

Li ser koçkirina Omeraniyan bo Swêdê, lîsteya ku Haci Baysal amede kirî, kesên cara sıftê ji Omera hatin Swêdê li ser sahne hate xwendin.  

Koma Govende: Keçên ciwan bi cil û bergên herêmî govend gerandin. 

Hûnermendên tevlî bûyê bi stranên xwe şeva Omera geş kirin. 

Omera li Stockholm/ Swêdê di sala 2023an de komelek bi navî  Sverige-Omeranli Kultur och Solidaritetsförening vekirin.  

Aktivitên di Komela Omera de; Kursên Govende ji ciwanan re tên dayîn, dersên wek jiyana Swêd, zimanê Swêdê , Matematîk û Îngilizî tên dayin. 

Komeleya Omera her roj di saetên diyarkirî de ji kal û pîran re vekirî ye.