NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇERagihandinSersaxî

Serê gelan sax be!

 

Dengê hevpar ê Anatolya, Kurdistan û Mezopotamyayê, Sırrı Sureyya Onder ji nav me bar kir.

Onder, ku tevahiya jiyana xwe ji bo têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê bexşand û bi salan ji bo vê dozê di girtîgehê de maye, di hevdîtinên aştiyê yên ku di 20 salên dawî de di navbera dewlet û PKK’ê de didomin de, berdevk û aktorê herî girîng bû.

Sirrı Süreyya Önder, berdevkê zimanê hevpar ê gel û baweriyan, bi helwest, ziman û mîzaha xwe ê her tim di nav me de be.

Di serî de serê gelê Kurd, serê hemû gelan sax be!

Wek PKAN, em ê bibin piştgir û şopdarê aşitî ya ku daxwaza Sırrı Süreyya Önder bin.

Em bejna xwe li ber bîranîna wî bi rêzdarî ditewînin.

Bila cihê wî Cennet be!