Em Kurd di qonaxeka giring de salvegera cejna zimanê Kurdî pêşwazî dikin. Îro pêvajoyeke nû dest pê kir. Em hêvî dikin ew pêvojoya hanê azadî bîne ji ziman û ji kultura kurdî re.
Pêşdeçûnên li ser zimanê Kurdî, bi saya tekoşîna azadî ya Kurdan gavên hatine avêtin jî hebin ev wek xapandineke û bi wî awayê dev li me Kurdan digrin.
Mêzebikin, tiştên li Tirkîyê li ser zimanê Kurdî diqewimin bêbinyad e. Çima ? Kurdî û zimanê kurdî, li Parlamentoyê Tirkîye, bi qanûnî nehatiye pêjirandin. TRT Kurdî 24 saeta weşane dike lê li Parlamentoyê Tirkîyê kurdî weke zimanêkî nayê zanîn tê qeydkirin. Dersên hilbijartî hene , lê bi hezaran astengî didin pêşîya ên ku bixwazin zimanê Kurdî hilbijêrin.
Dewlet bi desthêlatdarîyê xwe , bi politikeyên plansazî asîmîlasyon li ser zimanê Kurdî bi her awayê berdewam dikin. Li nav Kurdên Anatoliya Navîn, xeber dana zimanê Kurdî di rêja herî jêrda yê.
Bi taybetî Kurdên Anatoliya Navîn asîmîlasyonê ji nêz ve dizanin. Ji bo ku em bizanin asîmîlasyon gihêştiye kîjan merhaleyê, em li dengkirna xwe ya rojane mezekin, em ê ferq bikin ku em êdî bêyî ku Tirkî têxin nav Kurdî em nikanin deng bikin. Ew hal bi me dide limandin ku êdî asîmîlasyon pir giran bûye. Ji ber wê, lazim e, her Kurd û bi taybetî jî Kurdên Anatoliya Navîn li zimanê xwe xwedî derkevin. Yanî talebên perwerdaya bi Kurdî û Kurdî bibe zimanê fermî bi dengekî bilind bînin ziman.
Cihê kêfxweşiyê ku li navçê Kulu ye Komela Kon vebu. Li vir bang li tewayê Kurdên Anatoliya Navîn dikin, alîkariyê bidin Komela Kon.
Zimanê Kurdî, yek ji zimanê herî kevnarê li Rojhilata Navîn e.
Zimanê dayîke’ zimanê ku mirov ji dayîk û bave xwe û ji dor alî xwe hû dike re diben zimane zîkmakî. Zimane dayîke’ di şehsîyeta mirov û di nasname civake de cîhe kî bi berçav digre.Welatparazî herî mezin ,li mala xwe bi hevre bi Kurdî bipeyvin /xeberdan e. Lêxwedî derketina zimane KURDÎ bi çand û çênandine dibe.
15ê gulanê 1932an de li bajarê Şame kovara Hawarê dest bi weşana xwe kiribû û li ser zimanê Kurdî gelek xebat meşandibû. Salvegera derketina kovar Hawarê, 15ê gulana 1998’an ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Em weke PKAN di serî de Celadet Mîr Bedirxan û hemû kedkarên zimanê Kurdî silav dikin.
15’Ê GULANÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN