NÛÇÊ DAWÎ

ÇALAKÎNÛÇEPKAN-TV

MERASÎMA BÎRANÎNA FIKRET FUAT KART!

Bi pêşengîya PKAN’ê, roja şemîyê ,24’ê Gulanê 2025 an de, li bajarê Torisdorf /  Almanya , merasîma bîranîna Rêhevalê me Fîkret Fuat Kart li Salona Alevitische Kulturzentrumê hate lidarxistin.  

  

Di serî de malbata Fîkret Fuat Kart, Rêveberiya PKAN Almanya, hezkirîyên wî , dost û nasên Fîkret Fuat Kart beşdar bûn.  

Merasîm , bi xwendina Fatihê ji aliyê Mele ve dest pê kir. 

Bi navî malbatê Hamit Mazlum Kart wiha got, tiştê ku mirov dike mirov dest, ziman û mejiyê wî ne, tekoşîna me jî wê bi heman awayî be,  wekî ku  bavê min rêberiya min kirî em ê berdewam bikin. Wek malbat spasîya herkesî dikin ku di van rojên tengasîyê de li ba me bûn.  

Hevserokê PKAN’ê Ali Fuat Gûrsel , di dengkirina xwe de wiha got, Fîkret Fuat Kart rêhevalê me însanekî dilsoz û qedirbilind bû, li aliyê din hewceye ku jiyan bi watedar be û jiyane manek xwe hebe. Me hevalekî xwe bi qedir û qimet wenda kir û em te qet ji bîrnakin. Rêhevalê me Fîkret Fuat Kart, bi sekna xwe însanekî nimûne bû. Wek PKAN, di serê de sersaxi ji malbatê re û ji tewayê Kurdên Anatoliya Navîn re dixwazin.   

Arif Baş, yek ji Rêveberê Partiyê HDP’ê berê Konya, got min û Fîkret Fuat Kart , bist sala bi hevre di nava parti de xebitîn. Arif Baş fatihêk xwend û wiha bi dawî anî ,Oxir be hevalê hêja. 

Ji dûra jî mesajên ku hatine şandin hatin xwandin , mesaja Hevserokê Partiya Dem’ê ya Konya Mulla Şîmşek, ya Rêveberê berê Partîya HADEPê ya  H. Mehmet Bozdag, Helbestvan Omer Faruk Hatipoglu , hevalê xwe yê bi salan û gundîyê xwe Wahdi Alan Çelîk û mesaja Ahmet Gezer hate xwendin. 

 PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN- ALMANYA