NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇE

    JI BO HAMIT GEYLANÎ SERSAXΠ!  

PKAN’ê, ji bo siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamit Geylani ku di 78 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.  

 Sîyasetmedar, nivîskar û helbesvan Hamit Geylani roja çarşemê di 28 gulanê 2025an de li Enqereyê di Nexweşxane de jiyana xwe ji dest da.   

 Wek PKAN, em gelek xemgîn bûn bi wefata yek ji welatperaz ê gele Kurd hêja Hamit Geylani.    

 Sîyasetmedar, nivîskar û helbesvan Hamit Geylani, di wexta parlamenteriya xwe a Colemêrgê serdema 23’emîn de , bi Kurdên Anatoliya Navîn re gelek mûjil dibû û bi serdanên xwe eleqederîyek mezin nîşanê Kurdên Anatoliya Navîn dida.   

 Sîyasetmedar, nivîskar û helbesvan Hamit Geylani, di wefata Murat Bozlak de, ji destpêkê hetanî dawîyê pêşengiya  merasîmê kir û herwiha girseya ku di merasîme de gehiş hevde, bi axaftinên xwe li gorî rewşê merasîmê û bi ber dilê wan de diçû. 

 Me Kurdan welatparêzekî xwe yê mezin windakir, em ji malbatên re , ji gele welatperezê Colemergê û hezkirîyê wî re sersaxýê dixwazin. 

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN