NÛÇÊ DAWÎ

Çand û HunerDîrokNÛÇERagihandin

2.Festivala Kurdên Anatoliya Navîn Li Danîmarka

2. Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn bi serkeftî hate lidarxistin.
2. Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn a di 23’ê Tebaxa 2025’an de li serbajarê Danîmarka Kopenhagê, hate lidarxistin, bi beşdarbûna nêzîkî hezar kesan  bi coşeke hat pêk anîn. Di festîvalê de, ku ji aliyê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ve hate organîzekirin, hunermendên ji Anatoliya Navîn, û her weha yên ji Rojava û Kurdistanê beşdar bûn.
Di festîvalê de ji bilî Bülent Turan û Sherif Omerîyê Rojavayî hunermendên Anatoliya Navîn Memo Gelo, Serdar Gezen, Xozan Figen, û Cihan Sevikan derketin ser sahneyê. Di seranserê festîvalê de, ji kultura nanê Kurdên Anatoliya Navîn nanê sêlê û klor hatin çêkirin. Li aliyê din odeyeke bi xalî, gelt û balîfên Kurdên Anatoliya Navîn hatî raxistin hatibû amede kirin.
Parlamentera berê ya Partiya DEM’ê Ayşe Acar Başaran jî beşdarî festîvalê bû û axaftinek kir. Başaran di axaftina xwe de ev tişt got:
“Dema ez cara yekem çûm Anatoliya Navîn, min gotibû Kurdên Anatoliya li vê deverê çawa jîne û çawa li ser lingan mane? Ew rewş berxwdêriya Kurdên Anatoliya Navîn nîşan dide. Her wiha 500 sal in zimanê xwe ji bîr nekirin jî berxwdêriya wan nîşan dide.
Başaran di berdewama axaftina xwe de li ser pêşketinên li welat peyivî îşaret bi pêvajoya aştiyê kir û got ew pêvajo bi taybetî ji bo Kurdan ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê pêwîstiyeke. Bi aşitiyê, welat dê bigihêje refah, azadî û aramîyê.
Başaran axaftina xwe bi nirxandina pêşketinên li welêt û balkişandina ser hebûna pêvajoyek aştiyê ya berdewam domand. Başaran tekez kir ku ev pêvajo ji bo hemî gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, bi taybetî ji bo Kurdan, pêdivîyek e. Tirkiye dê bi avakirina aştiyê refah, azadî û aramiyê bi dest bixe.
Festîvala ku di saet 12:00 dest pê kir, heta derengiya şevê berdewam kir.