NÛÇÊ DAWÎ

ÇALAKÎNÛÇERagihandin

PKAN-SWÊD 3 EMÎN KONGREYA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST! 

Kongreya PKAN-Swêdê îro di 4ê Cotmehê 2025an de,li bajarê Stockholmê pêkhat. Piştî rêzgirtine Dîwan hat hilbijartin , rojev bi yekdengî hat qebulkirin û kongre wekî ku haibû destnîşan kirin berdewam kir.   

 Ji bona ku îro salvegera kuştina rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê Nagehan Akarsel di kongreyê de hat bîranîn.Tew bi Nagehanê re wêneyên kesayetên wekî Leyla Güven,  Murat Bozlak û Faik Candan li ser dîwarên salonê hatin daliqandin.  

Bi navî Navenda Civaka Kurdên Demokratîk NCDK û Enstîtuya Kurdî axaftin hatin kirin. Peyamên Hevserokên PKAN’ê û Kovara Bîrnebûn hatin xwendin. Rapora serdemê berê pêşketinên dawî nirxand û bi taybetî piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê tekez kir.   

Piştî nirxandin û erêkirina raporan, dîwan derbasî hilbijartina Rêveberiya nû bû.  Emine Kiliç û Vahdi Çelik  wek hevserokên PKAN-Swêd’ê hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji 12 kesan pêk tê û 4 ji wan jinên. Kongre bi performansa muzîkê ya Koma Omera bi dawî bû.  

 PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN – SVERIGE