Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN, roja şemîyê 11’ê cotmeha 2025’an de li bajarê Grevebroichê (Almanya) kongra xwe ya şeşamîn pêkanî
Kongre, ji alî hevserokê PKAN-Almanya Fehmi Başaran ve hat vekirin.
Dûre ji bo şehîdên azadî û Kurdîstanê rêz hat girtin. Ji bo dîwanê Zeynep Binici, Muzaffer Kûçûkkyildiz, Abdullah Kaya hatin hilbijartin.
Seroke dîwanê Zeynep Binici spasîya xwe ji bo endam û delegeyan re kir ku wan bawêrîya bi wan anîne, piştre rojeva Kongre xwend û da dengdanê û rojev hat erêkirin.
Hevserokê PKANê yê serdema çûyî Alî Fuat Gûrsel, bi xêr hatin li mêvanan kir û di derbarê dîrok û xebatên PKANê de axaftinek kurt kir. 9 yê cotmehê salvegera Komploya Navnetewî bû, lê di sayê Serok Abdullah Ocalan de komplo vala derket.
Şehîdên mehê Cotmehê ên Kurdên Anatoliya Navîn hatin bibîranîn. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê Nagehan Akarsel û Şehidên qetliama Gara Ankarê ku di navda du şehîdên Anatoliya Navîn Fatma Karabulut û Şîrîn Kiliçalp jî hene, hatin bibîranîn.
Roja kongreyê di heman demê de salvegera şehadeta Mizgîn Nawel (Gûlnur Akgûl) bû û malbata şehîd jî di kongrê de hazır bûn. Bavê şehîd Mizgîn Alî Akgûl, axaftineke kurt kir. Alî got, ”ez bi kurikkên xwe re heval im. Bi van 5 kesên ku resmê xwe li diwar hatine daliqandin re min kar kir. Doza azadiyê heta ku bi ser keve em ê têkoşinê bikin.”
Parlementera HDPê ya berê Fatma Kurtulan, hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus, rojnemeger Selahattin Soro jî tevlî kongrê bûn.
Parlementera HDPê ya berê Fatma Kurtalan, behsa girîngîya birêxistinbûna Kurdên Anatoliya Navîn û PKANê kir. Fatma Kurtulan wiha berdewam ki, du roj in ku ez li ba we me. Wek li gunde xwe, li nav civaka xwe me. Hevala minê hêja Leyla Gûven, xebatên ku me bi hevre kirî hatin bîra min û pir kêfxweş bûm. Silavên xwe ji wê re dişînim.” Fatma Kurtalan li ser pevajoyê jî got, pevajo gehişte salekê, hin guhertin çêdibin lê em Kurd li benda guhertinên qanûnî ne.”
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus, destpêka axaftina xwe li ser Kurdên Anatoliya Navîn kir û wiha pêda çû. Kurdên Anatoliya Navîn 300-400 salin sirgûn û koçber bûne. Lê dîsa jî nasname xwe, zimanê xwe, çand û hunera xwe parastine û emspasîya we dikin. Piştî şer û tekoşîna pêncî salî, bi tewayê pêkhatiyê xwe ve, em li ber qonaxa çareserîya mesela Kurd in. Helbet, mimarê ve pevajoyê birêz Serok Abdullah Ocalan ne.”
Rojnemeger Selahattin Soro, silav li dîwanê û li mêvanan kir. Soro wiha berdewam kir, ez ê bi devoka me û bi kurdîya standart tevlî hev bikim, lê bir tirkî ne axevêm. Kurdên Anatoliya Navîn li Anadolê xwe dane naskirin û xwe dane fêm kirin. Ez idîa dikim Min hing nebistîye ku Kurdekî Anadolê bi Tirkekî re şer kiriye. Em ê vê rewşa li Anatoliyê li Tirkiyê giştîkê bikin modelek” Piştî vê, raporên xebat û aboriya du salan hatin xwendin û dû niqaşên li ser raporan, rapor hatin rûspîkirin. Dûre peyamên Enstûtiya Kurdî ya Brukselê, Komeleya Konê, kovara Bîrnebûnê, serokatiyên partiya Dem ê yên bajarên Konya, Ankara, Eskişehir, Kayseri, Kirşehirê, nivîskar Şore’Reşî, rojnameger Adem Ozgur û endamê HDP berê H. Mehmet Bozdag hatin xwendin. Li aliyê din PKAN’ê rêveber û hunermendê Anatoliya Navîn Necatî Gezen jî xelat kir. Ji ber ku Gezen li kongre ne hazir bû li ser navê wî Ahmet Gezer xelat ji dest Fatma Kurtulan girt.
Dûre du hevserok û 17 endamên rêveberiyê, hevserokên welatan û nûnera PKAN-jinê hatin hilbijartin. Çigdem Akbina û Hasan Bozlak wek hevserokên nû yên PKAN’ê hatin hilbijartin. Bi wêne kişandin û sozdana xebateke baş a rêveberiya nû kongre bi dawî bû.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN