Rêhevalê me Necatî, dilê me şewitand.    
Mirin mala te bişewite.
Bi xêmginîyeka mezin me bihîst ku rêhevalê me yê hêja, Hûnermendê dil nazik, hevalê me yê qedirbilind NECATÎ GEZEN mixabin ji vê dinê ya derew koça dawî kir!
Necati Gezen, sala 1966 ’an li gundê Hecîlera (Kuşça), girêdayê Cihanbeyli / Konya ji dayik bû û nêzikî 40 salin li Danîmarka dijî.
Necatî Gezen, sîh sal xizmeta doza Kurd kir, kar û barê hunerê meşand.
Vê deh salên dawî jî di nav PKAN’ê de kar û xebat meşand.
Necatî Gezen, bi hûnerîya xwe a li ser kilamên heremê û bi tembûra xwe jî dihate naskirin.
Necatî Gezen, hevalekî dilpak û dilsoz bû.
Serê tewayê gelê me û serê malbata Gezen û serê hezkirîyê rêheval Necati Gezen saxbe.

Ji tewayê malbatê re sebir, aramî û silametîyê dixwazin.
Cihe rêhevalê me Necatî bihûşt be û Xwedê bi rehma xwe şad bike.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN
 
             
		







