NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇERagihandinYAZARLAR

Necatî…Abdullah Como Kaya

 

Maneya Necatî ”silamet û ê xwe gihandiye silametîyê” ye.

Necatî wek navê xwe bû, wek navê xwe jîya, wek navê xwe ji nav me bar kir û çû.

Sakîn û silamet…

Li ser sakînî û silametîya li ser rûyê wî keserkûrî barîbû.

Dema dest bi stranê dikir dihat fehmkirin ku dilê wî bi agirekî şewatok dişewitî. Şewata di dilê wî de dibû dengekî dengbêjên dilşikestî. Ji dengê wî dihat fehm kirin ku zimanê wî yê qedexe xema wî ya herî mezin bû. Ji ber wê jî, dema bi zimanê xwe stran digot, rûyê wî yê sakîn, silamet û bi ser de keserkûrî barî, ronî dibû. Erê, wek di şeveke tarî de, ji hîveke çardeşevî de hîvron bi ser de dibare, rûyê wî ronî dibû. Ji ber wê jî ji bo Necatî stran gotin, bi zimanê xwe re vuslat, ji dijmin re feryat, ji guhdaran re xelat bû.

Necatî, ji bîrbirîya xwe, heta navsalîya xwe, heta roja ku ji nav me bar kir û çû, zimanê xwe, xwebûna xwe ji xwe re kire kar, xema gelê xwe ji xwe re kire bar.

40 salî xema gelê xwe, bê navber, bê west, bê rawest ji xwe re kirin bar, ne karê her kesî ye. Sebra dervîşan û tehemil û sebata bawermendan divê.

Oxir be hevalê hêja, rêya te ronî, cihê te cenet be!

Em te ji bîr nakin.