NÛÇÊ DAWÎ

Çand û Huner

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be

Hejmara yekemîn a Kovara ‘Hawar‘ê, 15’ê gulana 1932’an li paytexta Sûriyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve hat derxistin. 57 hejmarên Hawarê hatin weşandin.

Salvegera derketina kovar Hawarê, 15ê gulana 1998’an ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Wek tê zanîn, 100 salî zêdetir e Kurdî di bin polîtîkaya asîmîlasyoneke giran de ye. Dengkirina Kurdî hate qedexe kirin; zarokên Kurdan bi zimanê xwe nexwandin li mekteban. Dîsa jî Kurdî kanî bijî.

Lê em nikanin bêjin Kurd qet asîmîle nebûn. Mixabin asîmîlasyon gihêşt merhaleyekê.

Bi taybetî Kurdên Anatoliya Navîn asîmîlasyonê ji nêz ve dizanin. Ji bo ku em bizanin asîmîlasyon gihêştiye kîjan merhaleyê, em li dengkirna xwe ya rojane mezekin, em ê ferq bikin ku em êdî bêyî ku Tirkî têxin nav Kurdî em nikanin deng bikin. Ew hal bi me dide limandin ku êdî asîmîlasyon pir giran bûye. Ji ber wê, lazim e, her Kurd û bi taybetî jî Kurdên Anatoliya Navîn li zimanê xwe xwedî derkevin. Yanî talebên perwerdaya bi Kurdî û Kurdî bibe zimanê fermî bi dengekî bilind bînin ziman.

Bi hêvîya Kurdî azad bê deng kirin, Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN