NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇE

PKAN-SVERIGE ŞEVEK LIDARXISTIN

PKAN-Swêd di 27’ê Kanûnê de li navçeya Fittja ya Stockholmê ku gelek Kurdên Anatoliya Navîn lê zêde dijîn, şeveke şahiyê ji xelkê me re raber kir.

Şeva PKAN’ê, li salona ORHAI ya taxa Fittja, di seet:17:00’an de, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre, armanca avakirina PKANê û wate û giringiya wê ya ji bo Kurdên Anatoliya Navîn bi kurtî hat şîrovekirin.

Hevşaredara berê ya Geverê Gûlîzar Kuntaş li ser navê Partîya DEM’ê weke axaftvan beşdarî şevê bû. Gulîzar Kuntaṣ, bi taybet rewşa Rojava anî ziman û xwest Gelê me di vê mijarê de hişyar û hestiyar be. Birêz Kuntaṣ, di heman demê de bal kişand ser girîngiya hesasiyeta Kurdên Anatoliya Navîn ji bo parastina nasname, ziman û çanda xwe.

Di şevê de peyama hevşaredarê Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş hat xwendin.Birêz Demirbaş di peyama xwe de li ser helwesta bi rûmet a Kurdên Anatoliya Navîn û bi taybetî jî li ser hevalê xwe yê dibistanê Hacî Dumanlidağ, ku fersend daye wî ku Kurdên Anatoliya Navîn baştir nas bike. Demirbaş ji PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn re serkeftin xwest.

Xwarinê Kurdên Anatolya Navîn di şevê de bale xelkê kişand kişand ser xwe. Her wiha şîraniyên ku jinên me li malên xwe çekirî kî rengîniyeke baş dida ştanda xwarinan. Hemî xwarin ji hêla binên me ve hatibûn çêkirin û ji piştgiriya PKANê hatin firotin.

XELATDAYÎN

Kek Yusuf Ozdenê ku ji roja damezrandina PKANê heta niha di nava PKANê da cîh girtiye û piştgiriya manewî û madî kiriye, ji ber xebatên xwe hate xelatkirin.

PKAN-Swêd, lêkolîner û nivîskar Şoreş Reşî û helbestvan Kadîr Çelîk ku ji dîrok û wêjeyê Kurdên Anatoliya Navîn re xizmet kirine û di heman demê de endamên rêveberiyê PKAN’ê bûn, ji bo keda wan her yekî plaketek rêzgirtinê hate dayîn. Helbestvan Xizan Şîlan ji ber keda wî ya di warê dîrok û wêjeyê de plaketa rêzgirtinê hat dayîn.

Hozan Comerd ku di muzîka Kurdî de xwedî kedeke giranbiha ye û hunermendên me yên hêja Hozan Fîgen, Hozan Biço, Hozan Gürsel, Koma Omera, Hozan Çavreş û Hozan Sêvikan ku heta roja îro muzîka Kurdên Anatoliya Navîn bi pêş ve birine, kêliyên bi coş pêşkêşî mêvanan kirin û bi stranên gelerî, neteweyî û herêmî demên bi coş dane jiyandin.

Em wek PKAN-Swêd, ji rêvebir û her kesên ku di nav rêxistinê de ji bo şevê xebat kirine û cih girtine spasîya xwe jê re raber dikin.

Rêveberên PKAN-Swêd