NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇE

MURAT BOZLAK LI SER QEBRA XWE HATE BÎRANÎN

Bîranîna Murat Bozlak, li gundê Mehîna li ser qebra wî , bi pêşengiya rêxistina navçeye Kulu ya Partiya Dem’ê hate birêvabirin.   

Parlamenterê Bidlîsê ya Partiya Dem’ê Hûseyin Onal. Nûnerên Navende Partiya Dem,Nûnerên Partiya Dem Ankara û Konyayê.Hevserok û rêveberên Partiya Dem, navçeya Kulu Cihanbeyli Şerefli Koçhisar û Bala beşdar bûn.   

Her wiha malbata Murat Bozlak, hezkirîyê wî û Gel tevli bûn.   

Axaftvanên di vê bîranînê de; Serokê HADEP’ê Murat Bozlak; Soz dan ku ew ê di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de bi heman rêbazê bi biryar, cesaret û hewldanan bimeşin.  

Peyama Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN ya ku ji bo bîranîne re hatibu şandin hate xwendin. Ev nîşana wê yekê bû ku em ê li ser xeta ku wî derketiye tevbigerin û hewl bidin layiqî ramanên wî bin. Em dizanin ku daxwaza herî girîng a Murat Bozlak di vê rê de ye û em soz didin ku em ê hay ji vê yekê hebin.