NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇE

NEWROZA KULU YÊ!    

Newroza Kulu yê, hem di warê beşdarbûn him jî di warê xwedîderketinê de li nava Kurdan û li Anadolê dengvêda. 

 Pîrozbahî Newroze li nêzî gada Bazarê hat lidarxistin.   

Tê tehmîn kirin ku nêzikî 4-5 hezar kes beşdarî bûn û piranî jî ciwan û jin bûn.    

Navçeya Kulu/ Konya yê piştî 10 salan cara sifte Newroz tê pîroz kirin. Newroz ,ji hêla rêxistina Kulu ya Partiya Dem’ê ve hat organîzekirin.   

Parlamenterê Partiya DEM a Amedê Mehmet Kamaç, Hevserokê Partiya Dem a bajarê  Konyayê Molla Şîmşek, Hevserokê Navçeya Kuluyê a Partiya DEM’ê Vahdet Sari, Hevseroka Partiya Dem a Navçeya Kuluyê Ayşe Akbina û Rêveberên Partiya Dem’ê yên Kuluyê. Rêveberên Partiya Dem ên Cihanbeyli, Haymana, Bala, Şereflikoçhisar û Yunak jî beşdarbûn.   

Ji bilî vê , nûnerên Sazîyên Sîvil  û Rêveberên Partiyên siyasî, endamên partiyan jî beşdar bûn. 

Gelek welatiyên ji navçeyên Cîhanbeylî, Haymana, Bala, Şereflîkoçhisar  û Yunakê hatibûn.      

Peyama PKAN’ê bir kurdî û tirkî hate xwendin. 

Pîrozbahîya Newrozê bi kilam û govend gerandine berdewamkir. 

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN