ez destvala hatim dinyaya fanî
û destvala diçim axîretê
ez ne mişextê xerîbîstanê me
mîrata xerîbiyê konê hesretê
di rayên canê min de vegirtiye
ne tîrêjên stêrkan herikîn nava min
ne jî di bin peşkên barana payîzê de
şilopilo bûm
ji hemû baweriya olên pîroz
hatim qewitandin
kul û keserên demên bêoxir
ez bi saxî kuştim
li nav qelebalixa kolanên biyanî
bi tena serê xwe sergêj
digerim
bîranînên jibîrbûyî
di binhişiya ramanên kûr de
dengvedidin
şevên lal
di hêsirên çavên bêxew de
xeniqîn
dilê mesûm
li nav pençeya tenêtiya bêdeng
diperpite
masiyên gola temenê jar
ji tîna behecîn
hechecikên giyanê xeydok
şeveder man
ewrên hinavê kelegirî xemên sar
dibarînin
cîh û warên nediyar ji min re bûn
goristaneke bêkes
gotinên nerm
di gewriya ziwa de bûn gilokek
hişk û venebûyî
tayên porê demsalên xumrî spî bûn
dergûşa helbestên derengmayî
di malzaroka şevên avis de
teperep e
li jiyana bêwefa min gelek êş û tirs
kevn kirin
arezûyên şêrîn li ber bayê felekê
tarûmar bûn
hesûdên çavbirçî rûkeniya tava berbangê
ji awirên melûl dizîn
perdeya dilê hezkirin û bêrîkirinê
veçirandin
kirasê endîşe û gumanên reş
li bejna keskesora xeyalên ronî
pêçandin
dilpakî
nefsbiçûkî
û xweşbînî
rawestgehên dilovaniya min in
ez ê
bi gavên lez ber bi rojên geş ve
bibezim
şewqa çireya hêviyên vemirî
biçirisînim
toza kîn û nefretê li ser çemên zelal
daweşînim
ji tasa kaniya bihuştê
şereba eşqa Îlahî vexwim
û li kêfa sermestiyê bibim destmala
şahî û govenda ferişteyên nûranî
Xizan Şîlan
2021-03-23
Stockholm