Pirtûka bi navê ‘Kurdên Anatoliya Navîn ên ji Kurdistanê ji cih û warê xwe hatine kirin û Kurdên berê li Anatoliyê bûn: Dîroka Hevpar’ bi lêkolîneke ji 20 salan, arşîv, hevpeyvîn û qeydên dîroka devkî hate amadekirin.
Nivîskar û lêkolîner Erdal Çolak li ser serpêhatiya dîrokî ıya Kurdên li Anatoliya Navîn mohra xwe danî binê vê pirtûka lêkolînê ya berfireh.
Pirtûk ji dema Osmaniyan destpê dike û qala pêlên koçberiyê yên Kurdan ên ber bi Anatoliya Navîn û guherînên civakî û çandî yên vê koçberiyê dike. Nivîskar di pirtûkê de dide ser şopa hem Kurdên bi koçberiya ji neçarî hatin vê herêmê hem jî civaka Kurd a berê li Anatoliya Navîn bû.
Mijareke din a ku nivîskar balê dikişîne ser ew e ku hebûna Kurdan a li Anatoliyê bi koçberiya ji neçarî destpê nekir. Nivîskar di pirtûkê de dibêje, “Kurdan di herikîna dîrokê de li ser vê xakê dewlet ava kirin, çand afirandin, şaristanî ava kirin.
Di pirtûkê de belgeyên dîrokî têne nîşandan ku Subar, Gutî, Hurrî, Kassît, Mîtannî û Med ji eslê Kurdan e û Kurd ji demên Beriya Zayinê ve li Anatoliyê ne.
Erdal Çolak pirtûka xwe li gel lêkolînên li qadê her wiha spartiye gelek çavkaniyên kronîkên Bîzansê, nivîskarên Îslamî, ger û geştvanên Ewropî û arşîvên Osmanî. Lêkolîna 20 salan a li ser Kurdên li Anatoliya Navîn.
Ji bo pirtûkê li qadê jî li 13 bajar, 50 navçe û nêzî 700 gundan lêkolîn hate kirin. Di çarçoveya lêkoLînan de jî bi sedan hevdîtin hatin kirin.
Pirtûka nivîskar û lêkolîner Erdal Çolak dîroka Kurdan a ji Kurdistanê heta bi Anatoliya Navîn radixe pêş çavan.
Pirtûka ji 530 rûpelî ji aliyê Weşanên Ronya ve hate weşandin. Pirtûk hem bûye karekî zanistî hem jî bûye mîrateyeke çandî.