NÛÇÊ DAWÎ

NÛÇERagihandin

PKAN-DK ŞEŞEMÎN KONGRA XWE LIDARXISTIN!  

PKAN Danîmarkayê Kongreya xwe ya 6emîn roja şemîyê di 03 gûlanê 2025an de li bajarê Ishøj Danîmarka lidarxist.  

 Ji endamên PKAN-Danîmarkayê dora 50 kes tevlî kongreyê bûn.  

Kongre bi axaftina Rêveberên PKAN-Danîmarka Kemal Goksû û Ahmet Gezer dest pê kir û piştî axaftinan dîwan hat diyarkirin.  

Ji bo dîwanê; Gûl Ozcan, Şoreş Bilikan ,û W.Allan Çelik hatin hilbijartin.  

Dîwanê ,spasîya xwe pêşkeşî beşdarvanan kirin ku hatina hilbijartin, ji dûwa jî rojeva Kongre pêşkeş kirin û ji hêla endaman ve hate qebulkirin.  

  Hevserokê PKAN-Danîmarkayê Ahmet Gezer li ser powerpointê rapora du salan yek bi yek ji beşdarvanan re şîrove kir. Gezer ji dûwa wiha berdewam kir, van projeyên ku PKAN-DK qedandîne ,lê çend projeyên giringê ku wek PKAN-DK me nikarê bikin jî hene. Li Danimarka tenê li  hêrêma Kopenhagê 10-12 Camî hene. Piraniyên wan bi alikariya maddî A Kurdên Anatoliya Navîn hatine çêkirin. Lê Camîyek me Kurdên Anatoliya Navînê bi serê xwe tune. 

Kurdên Anatoliya Navîn, va bû 50 sale ku hatina Danîmarka cih û warekê me tûne. Xwercê xwe ku îro mûzexaneka Kurdên Anatoliya Navîn li bajarê Kopenhagê hebiya, em kîne ji ku derê hatine, qewmê me , çanda û hûnera me û jîyana me bide naskirin. Dema ku Danîmarkêk bipirse tû kî yê? Ew tenê dikare bêje navê min flan kese û ez ji Hecîlere me. Ji bilî vê, ji bo Kurdên Anatoliya Navîn tiştekî din nikare bibêje .Em wek PKAN-DK, vê kêmasiyek xwe rêxistinê dibînên.  

  Yusuf Z. Sûtçû, Rêveberê PKAN-DK, rapora malî hûr û kûr pêşkeşî beşdarvanan  kir.   

 Li ser rexne û pêşniyaran, Sabrî Yilmaz spasîya xwe ji Rêveberên PKAN-DK re kirin. Sabrî got, projê mûzexane fikrekê pir başe, ji bo ku derbasî jiyane be di nav gel de were niqaş kirin. 

Taner Genç encûmenê Belediyê Ballerupê, Kongra PKAN-Dk şeşemîn pîroz kir û ji Rêveberîya nû re serkeftî xwest. 

Fatih Baran encûmenê Belediyê Brønbyê , kar û xebatên li ser Kurdên Anatoliya Navîn ji hêla PKAN-DK ve tên kirin ji me Kurdan re pir girînge û pêwîste em pîşgirîyê bidin PKAN-DK.  

Mêvanê PKAN-DK ,birêz Sileman Keleshiê kêfxweşim ku bûm mêvanê we û wiha got Kurdên Anatoliya navîn li hemberî asîmîlasyonê, tenê tevgerî û birêxistinbûyên dikarin bisekinên. Birêz Sileman Keleshiê, wiha bi dawî anî, pê şanaz bûm, dibînim ku Kurdên Anatoliya Navîn 500 salin hê jî xwe diparêzin. 

PKAN-DK, di Kongrê de kitêba Lêkolînvan û Nivîskar Erdal Çolakê bi navî Orta Anadolu Kûrtlerî da nasandin. Erdal Çolak, danasîna kitêba xwe bi kurtasî wiha anî zimên û spasîya PKAN-DK , ji bo danasîne kir. Lêkolînvan û Nivîskar Erdal Çolak, ew xebata 21 sale ku ez li ser Kurdên Anatoliya Navîn dixebitim. Ji gelek çavkanîyan, ji arşîvên Osmanîyan û ji gelek hevalên Akademîsyên piştgirî wergirt. Ji giştikan re spas xwe dişînim . Lêkolînvan û Nivîskar Erdal Çolak,pirsên beşdarvanan bersivand û kitêba xwe ji xwendevanan re îmza kir. 

PKAN-DK, di Kongre de standa pirtûka vekir, xêrê ji pirtûkên PKAN’ê ,pirtûka Yusuf Z. Sûtçû ji di stand bala xwendevanan kişand. 

Piştî nirxandin û erêkirina raporan, dîwan derbasî hilbijartina Rêveberiya nû bû. Gûl Ozcan û Ahmet Gezer wek hevserokên PKAN-Danîmarka hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji 11 kesan pêk tê.