Helbestvan Ömer Faruk Hatipoğlu, kêfxweşîya xwe ku kitêb wergeriyê zimanê dayikê, bi van gotina anî zimên.
Derket û li dawî di destê me de yê.
Zimanê me yê zengîn ê dayikê û bi helbestên me ya feqîr giheştin hev.
Wergera Kurdî ya “Şewatê Ku Êgir Dişermîne”, ji hêla Adar Jiyan hat vergerandin.
Kitêba helbestvanê hêja a bi navê ( Ateşi Utandıran Yangın ) Şewatê Ku Êgir dişermîne, bi çapa 3êmîn ji nav weşanên Klaros Yayınları derket.
Kitêb, yekem car di sala 2005an de hatibû çapkirin û çapa duyem jî di sala 2009 de giheşte hezkiriyên helbesta wî.
Helbestvan Ömer Faruk Hatipoğlu, spasîya xwe ji Adar Jiyan re dike , wî bi salan li ser zimanan, bi taybetî li ser zimanê Kurdî pirtûk nivîsandiye. Em spasdarê wî ne.
Herwiha spasîya xwe ,ji weşanxana Klaros, ji Lokman Kurucu û Sertaç Altuntepe re pêşkeş dike.
Spasîya xwe pêşkeşî dost û nivîskar me yên hêja Kadir Çelik û hêja Hamit Dilbihar re dişîne.
Helbestvan Ömer Faruk Hatipoğlu, li dawî wiha dibêje. Em bûn barek û bila ew bijîn / hebin.
Xwendevan dikarin kitêbe li ser înternetê peyda bikin!
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN