Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN’ê, li du bajaran li Kopenhag û Stokcholmê Semîner li dar xistin.
Semîner, li ser nasandina kîteba li ser Kurdên Anatoliya Navîn ji aliyê deh akademîsyen û ji rojnamevanekî ve tê nivîsandî bûn.
Semîner ji aliyê du nivîskarên kîtêbê ve hat dayîn.
Di semîneran de Prof. Dr. Mehmet Gûrses, wiha destpêkir, ”em kî ne, çî me hevpar e û rastiya Kurdbûnê li Anatoliya Navîn cûda ye. Kurdên Anatoliya Navîn, di nav deryaya ’Tirkî’yê de Kurd mane. Kovara derdixine Birnebûn û Veger. Platformên rêxistinê ava kirine-PKAN. Hûn Rojava ne, yanî Kurdên Anatoliya Navîn in, hûn ji Rojava pir wêdetir dijîn.” Mamoste rastiya KAN a ku li rojava (batı) dijîn û rabûrdiya xwe ji bîr nekirine.
Mehmet Gûrses wiha berdewam kir ”kitêb bi hevkariya akademîsyenen hêja dertikeve holê û me xwest rastiya KAN bi karanîna jargona ku dinya bikar tîne ragihînin dinyayê”
Dr. Haci Çevik jî got wî lêkolîna warî kiriye û nivîskaran, 3 salan li ser kîtêbê xebitîne. Lêkolîn, tevî lêkolînên warî û lêkolînê arşîvî kirine. Çevik beşên kîtêbê û nivîskarên wan weng rêz kir:
Pêşgotin: Prof.dr. Hamit Bozarslan.
Pêşkêşî: Mehmet Gurses û Haci Çevik
Beşa I Kurdên Anatoliya Navîn: Pêşgotinek
1 Zehmetiyên Têgihîştî û Metodolojîk di Lêkolîna Kurdên Anatoliya Navîn de Yücel Demirer
2 Rêwîtîya Dîrokî ya Kurdên Navendî. Doç. Dr.Yalçin Çakmak
3 Berhemên Wêjeyî li ser Kurdên Anatoliya Navîn: Ronamevan Adem Özgür.
Beşa II Kurdbûn di Deryaya Tirkbûnê de
4 Kurdên Çola Kirşehirê: Girêdana bi Kurdbûnê di Dilê Tirkbûnê de. Doç dr. Arzu Yilmaz
5 Kurdên Haymana-Enqereyê: Eşîreke Kurd li Paytexta Tirkiyeyê. Reyhan Özşahin û Dr. Haci Cevik
6 Koçberî, Nasname û Bîra Çandî: Avakirina Civakî ya Kurdbûnê li Bala-Enqereyê: Prof. Dr. Sena Kaplan
7 Kurdên Yunakê: Meşa li ser Têlekê li Konyayê: Dr. Beyza Han-Tunçez
8 Mahaleya Kurd li Kastamonuyê: Tax wekî Nasname: Xwendekarê doktorayê: Reyhan Özşahin
Beşa III. Kurdbûna Pêşketî li Anatoliya Navîn
9 Nasname, Koçberî û Mîmarî di nav Kurdên Anatoliya Navîn de: Dr. Gülustan Polat – Yilmaz
10 Jin û Siyaset di nav Kurdên Anatoliya Navîn de.Dr. Buşra Çelik Koşan.
Çevik got ”Kitêb ê di demeke nêz de temam bibe û ji weşenxaneke sed salî ve bê weşandin û li pirtûkfiroşên herî baş ên cîhanê de bê firotin. Pirtûk ê bi awayekî dîjîtal û li 1200 pirtûkxaneyên cîhanê bigihe berdestê xwandevanan. Zimanê kitebê Îngîlîzî ye û ji sersala 2026’an şûnde derkeve.”
Nivîskaaran ji nasandina kîtêbê şûnde pirsên guhdaran bersivandin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN