Kongreya PKAN-Swêdê îro di 4ê Cotmehê 2025an de,li bajarê Stockholmê pêkhat. Piştî rêzgirtine Dîwan hat hilbijartin , rojev bi yekdengî hat qebulkirin û kongre wekî ku haibû destnîşan kirin berdewam kir.
Ji bona ku îro salvegera kuştina rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê Nagehan Akarsel di kongreyê de hat bîranîn.Tew bi Nagehanê re wêneyên kesayetên wekî Leyla Güven, Murat Bozlak û Faik Candan li ser dîwarên salonê hatin daliqandin.
Bi navî Navenda Civaka Kurdên Demokratîk NCDK û Enstîtuya Kurdî axaftin hatin kirin. Peyamên Hevserokên PKAN’ê û Kovara Bîrnebûn hatin xwendin. Rapora serdemê berê pêşketinên dawî nirxand û bi taybetî piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê tekez kir.
Piştî nirxandin û erêkirina raporan, dîwan derbasî hilbijartina Rêveberiya nû bû. Emine Kiliç û Vahdi Çelik wek hevserokên PKAN-Swêd’ê hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji 12 kesan pêk tê û 4 ji wan jinên. Kongre bi performansa muzîkê ya Koma Omera bi dawî bû.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN – SVERIGE