Login
BREAKING
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Culture & Art

PKAN-Hollanda Panel Lidarxistin!

PKAN-Hollanda Panel Lidarxistin!

PKAN-Hollanda Panel Lidarxistin! 

PKAN-Hollanda, bi boneya 21’ê Sibatê, Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê, li bajarê Den Haagê / Hollanda semînerek lidarxist. Amadekariya panelê ji aliyê PKAN-Hollanda ve hat kirin û panel bi navê “Giringîya Zimanê Dayikê” hat li darxistin. 

Moderatorê panelê Esîn Akgûl bû, panelîst jî rojnamevan Avesta Aydin û rêvebirê PKAN ya Elmanya Alan Koyuncu bûn. 

Di panelê de, panelîstan bi taybetî li ser mijarên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê (bişaftin û xwe-bişavtin) rawestiyanHer wiha gotin ku civak çawa dikare xwedî li zimanê xwe derkeve, rola malbatê, perwerdehiyê û civakî jî hat şîrovekirin. 

Di panelê de hate gotin ku ziman ne tenê amûreke ya ragihandinê ye, lê her weha bingehê nasname, çand û birêvebirina civakî ye. Panelîstan nimûneyên jiyana rojane û tecrûbeyên diaspora Kurdî parve kirin û diyar kirin ku asîmîlasyon dikare bi awayekî nerm dest pê bike û heke hişmendî tune be, bibe sedema dûrketina nifşên nû ji zimanê xwe. 

Di heman demê de, giringîya xwendina zimanê dayikê di malbatê de, pêşxistina materyalên perwerdehiyê û rêxistinên civakî yên ku zimanê dayikê di nav civakê de zindî dihêlin, wekî rêbazên sereke hatin nîşandan. 

Beşdarên ku tevlî panelê bûn eleqeyek mezin nîşan dan. Hin beşdaran destnîşan kirin ku panel ji wan re wekî terapîyek civakî û zimanî bû û giringîya parastina zimanê dayikê careke din xuyakir. 

Panel bi parvekirina hest û tecrûbeyan pirs û bersivên berfireh bi dawî bû.

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN