DAÎŞ di sala 1999an de sazî bû ,di sala 2014an de jî hîlafeta xwe danezanî û eşkere kirin. Armanca wan li Rojhilatê Navîn dewleteke mezin damezrînin û cîhatê bînin hemû dinê.
DAÎŞ ji bo Îranê, Saudi Arabia, Ewrupayê, Amerîkayê tehdîteka mezin bû. Li demekê qut da li Iraqê û li Sûriyê pir erd girtin û qontrol kirin.
Mîlîtanên DAÎŞê terorîst wekî barbaran bûn; kurik, jin, kal û pîr gîştik dikuştin, çav berdidan namûsê jinan. Li vir YPGê û Kurdên qehreman ketin navberê û li hemberê terorîstên Ereb dawestîn. Têkoşîna YPG tenê ne ji bo Kurdan bû ; YPG Tirkmen , Ereb, Nusayrî, Ezidî û xelkên din jî parastin.
Berxwedanîya YPG-li hemû Dûne deng da bû. Welatên Ewropayê, Amerîka û NATO jî fahm kir ku DAÎŞ tenê bi hêza YPG daweste û teva be. Bo we pir caran alikariya YPG dibûn. YPG jî ew ewla bûna vala dernexist û DAÎŞ giran giran kem bûn.
Helbet DAÎŞ bi temamî nehate qedandin
Dema ku HTŞ, Esad ji ser text hilweşand ; pir kesan di aqlê xwe de pirsek pirskirin ?
HTŞ û El-Nusra jî îdeolojiyên xwe bi ye DAÎŞên va nêzîkê hevin. Hikumeta HTŞê bi DAÎŞê va çiqes berxwe bide yan jî hêza wan têra DAÎŞê heye ?
Bê guman, artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nikare li hemberî DAÎŞê bisekine.
Hikumeta Tirkiyê jî li dijî YPGê polîtîkayên neqanunî dimeşîne. Tirsa wan Rojava serxwebûna xwe dest xwe xist, ye li ser Kurdên Bakurê jî tesîrê bike û Kurdên Bakurê jî serxwebûnê bixwazin. Bo wê Tirkîye, pir caran El - Nûsra û El - Kaide fînanse kirin.
Lêbelê DAÎŞ, Tirkîye wek dijmin dibîne û dibê ku Tirkîye welateka kafîr e. Tenê li sala 2024an Tirkîye bo DAÎŞê 1400 operasyon kirin û 1279 terorîstên DAÎŞê derdest kirin. Bi hezaran terorîstên DAÎŞê ketine Tirkiyê û planên qetlîama dikine.
Li gorî Pentagonê jî erîşên DAÎŞê li salên 2026 û 2027an du qat zêde bibe. Hîn li sala 2025ê li Amerîkayê bajarê New Orelansê DAÎŞê erîşek kir; 10 kes mirin , 30 kes jî birîndar bûn.
YPG-li girtîgeha El-Holê 27.000 terorîstên DAÎŞê digirtin. Girtigeh derbase dest HTŞê bû û terorîstên DAÎŞê hatin berdan.
Dema DAÎŞ ji xewê rabu, ew ê alayê xwe reş dîsa rakin, ji Şamê heta Enqere, ji Mew Yorkê heta Parîsê yê xwîne birijînin.
Ew jina ,kurikkan , kal û pîran nadin berçavan; dema dîsa derê riyê ketin ye li nav bajaran xwînê gola çêkin.
Heta YPG-di sala 2014an DAÎŞ ji Kobanê pa nekir digotin kes li hemberî DAÎŞê nikare daweste û bi serkeve.
YPG berê li Kobanê destaneke mezin nivisî , paşê jî ji hemû Rojava û Sûriyê ji DAÎŞê xelas kir.
Niha dem û zeman hat e gehurandinî , îttîfaqên ecer çêbûn feqet rastî her dem rastî ye ; kes nikare bigehure !
Bo aşiti û aramîye cîhanê û rojhilatê navîn tenê hêz, leşker , top û tiving ne lazimin.
Berê dilawerî û biryardarî lazim e; qehremanên dilovan lazimin.
Ev jî , li Rojhilatê Navîn tenê li ba YPG heye.
YPG, çavkanîya aramî û aşitiyê.
Xwedê kemasîya wan nemîne.
Bilal Celepli