Juriya Xelata Hemingway li Îtalyayê eşkere kir ku nivîskarê navdar ê Kurd Burhan Sönmez bi romana xwe Şahidê Me hêjayî Xelata Hemingwayê hatiye dîtin. Ev xelat ji sala 1984’an ve her sal tê dayîn û di nav xelatên herî navdar ên wêjeyê de cih digire.
Sönmez dê di 27ê Hezîranê de, roja merasîma xelatdayînê, biçe Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê, da ku gotarekê li ser "Wateya Şahidbûna Dema Me" pêşkêş bike.
Piştî eşkerebûna Xelatê Hemingwayê ,Burhan Sönmez got ku wî ev xelat ji "kesên ku ji bo azadî û aştiyê têdikoşin, bi taybetî Dayikên Şemiyê" re raber kiriye.
Burhan Sönmez, serokê navneteweyî yê PEN International û endamekî akademîk ê Zanîngeha Cambridge ye. Romanên wî ji bo 48 zimanan hatiyê wergerandin û wî xelatên wekî Xelata Vaclav Havel, Xelata Wêjeyê ya EBRD û Xelata Romanê ya Orhan Kemal wergirtine.
Burhan Sonmez, berhevoka helbestan a William Blake, Zewacê Bihuşt û Dojehê, wergerandiye Tirkî. Piştî nivîsandina pênc romanên bi Tirkî, wî bi romana Evîndarên Franz K. dest bi nivîsandina bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî kir.
Burhan Sönmez ji gundê Qirpoli (Şeyhahmetli), ku girêdayî navçeya Haymana ya Ankarayê ye.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN