Xelkê me yê hêja, hevalên me yên hêja,
Em wek Platforma Kurdên Anadolya Navîn (PKAN) Newroza we gîştîkan pîroz dikîn.
Newroz; sembola berxwedanê ye!
Newroz li dijî zulmê ye! Newroz azadî û tezebûna tabîatê ye!
Agirê Kawa yê Hesinkar (Demirci Kawa) vêxistî îro jî vêdikeve. Ew agir îro jî sembola berxwedana gelê Kurd e.
Ew agir ê her tim vêkeve.
ji bo azadî û rûmetê dişewite.
Agirên Newrozê ku li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê dinyayê têne vêxistin, careke din nîşan dide ku îradeya Kurdan qezenç bike.
Hevalên hêja,
Îro li herema me Amerîka-Îsraîl şerekî qilêr dimeşîne. Welatê me di nav pêvajoya aşitîyê de ye. Êdin herkes dizane meseleya kurdan bi inkarê, bi şer hal nabe. Çareseriya mayînde;bi xurtbûna aşitiyê, pêşveçûna demokrasiyê û bi wekhevîya gelan mimkun e. Ji ber wê jî gerek herkes li pêvajoya aşitiyê xwedî derkeve.
Em îna dikin xelkê me li pêvajoya aşitiyê xwedî derkeve. Çimkî aştî ê Kurdên Anatoliyê ji asîmîlasyonê xelas ke.
Em îna dikin xelkê me li zimanê xwe, li kulturua xwe xwedî derkeve.
Bila agirê Newrozê bibe agirê azadî, aşitî û hêviyê.
Bijî Newroz! Bijî aşîtî! Bijî azadî!
PKAN (Platforma Kurden Anatoliya Navîn