PKANê Serdana Navenda Çanda Anatolia ya li Ankarayê Kir!
Koma PKANê roja sêşemê, piştî nîvro (30.06.2026) serdaneke fermî li Navenda Çanda Anatolia ya li Ankarayê pêk anî. Koma PKANê ji aliyê rêveberên navendê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di destpêka serdanê de rêveberên Navenda Çanda Anatolia li ser dîrok, armanc û pêvajoya damezrandina navendê agahiyên berfireh dan. Wan diyar kir ku navend bi armanca parastin, pêşxistin û belavkirina çand û hunerê hatiye avakirin û li ser gelek beşên perwerdehî û hunerî kar dike.
Piştre, koma PKANê derbasî beşên cihêreng ên navendê bû û komxebatên ku li wir tên meşandin ji nêz ve şopandin. Rêveberên navendê li ser rêbaza xebat, proje û çalakiyên ku di navendê de tên lidarxistin agahî dan.
Piştî gerê, di navbera her du aliyan de civîneke dostane hate lidarxistin. Di civînê de, li ser armanc, perspektîf û rola navendên çandî di parastin û pêşxistina çand û hunerê de nîqaş hate kirin. Her du aliyan jî nêrîn, pêşniyarî û ramanên xwe li ser pêşdebirina xebatên çandî û derfetên hevkariyê parve kirin.
Di Navenda Çanda Anatolia de gelek beş û kargehên hunerî hene û li vir xebatên perwerdehiyê tên meşandin. Di nav van de hînkirina tembûr, sêtar, gîtar, keman, kemançe, erbane, darbuka, pîyano, flût, çelo û bilûr; herwiha perwerdehiya deng, şano (drama), wênekeşî, sînema, senaryo, tevgerên sînemayê, wêne, xebatên zarokan, rîtim, koro û govend cih digirin.
Di dawiya serdanê de, her du aliyan bal kişand ser girîngiya xebatên çandî û hunerî ya di parastina nirxên civakî de. Herwiha hat diyarkirin ku pêşxistina têkiliyên di navbera saziyên çandî de, di pêşerojê de, ji bo mezintirbûna xebatên hevpar û afirandina projeyên nû dê bibe alîkar.
Wek koma PKANê, ji bo mêvandariyê, spasiya xwe ji rêveberên Navenda Çanda Anatolia dikin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN
Kurdên Anatoliya Navîn yekşem -04/07-2026