KITÊBA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN DERKET!
\n \nKitêba kurdên Anatoliya Navîn, ji hêla weşanxana Bloomsburyê ve hate weşandin û kitêb 272 rûpel in. \n \nEv pirtûk yekem lêkolîna bi zimanê Îngilîzî a li ser Kurdên Anatoliya Navîn e. \n...
\n
\nKitêba kurdên Anatoliya Navîn, ji hêla weşanxana Bloomsburyê ve hate weşandin û kitêb 272 rûpel in.
\n
\nEv pirtûk yekem lêkolîna bi zimanê Îngilîzî a li ser Kurdên Anatoliya Navîn e.
\n
\nKitêb, bi editorîya Prof. Dr. Mehmet Gurses û Dr. Haci Çevik hat amede kirin. Ev berhem bi hevkariya 10 akademîsyen û rojnamevanekî ji Kurdên Anatoliya Navîn ve, piştî xebat û lêkolînên ji 3 salan zêdetir derket meydanê.
\n
\nHûn dikarin kitêbê li ser linka jêrîn bikirin. https://www.bloomsbury.com/us/the-kurds-of-central-anatolia-9780755655779/
\n
\nPKANê, di meha Îlona 2025an de, ji bo piştgiriya vê xebatê li Kopenhag û Stockholmê semîner li dar xistin.
\n
\nProf.Dr.Mehmet Gurses, di semînerê de wiha gotibû, ”Kurdên Anatoliya Navîn, di nav deryaya ’Tirkî’yê de Kurd mane.
\n
\nKovaran derdixin; Bîrnebûn û Veger.
\n
\nJi bo bi rêxistin bibin Platform avakirine- PKAN.”
\n
\nDr. Haci Çevik di semînerê de wiha gotibû, kitêb ê ji weşenxaneke kevnar were weşandin û li pirtûkfiroşên herî baş ên cîhanê were firotin. Pirtûk ê bi awayekî dîjîtal û li 1200 pirtûkxaneyên cîhanê bigihe berdestê xwandevanan.
\n
\nPêşgotin: Prof.dr. Hamit Bozarslan.
\n
\nPêşkêşî: Mehmet Gurses û Haci Çevik
\n
\nBeşa I Kurdên Anatoliya Navîn: Pêşgotinek
\n
\n1 Zehmetiyên Têgihîştî û Metodolojîk di Lêkolîna li ser Kurdên Anatoliya Navîn de Yücel Demirer
\n
\n2 Rêwîtiya Dîrokî ya Kurdên Navendî. Doç. Dr.Yalçin Çakmak
\n
\n3 Berhemên Wêjeyî li ser Kurdên Anatoliya Navîn: Rojnamevan Adem Özgür.
\n
\nBeşa II Kurdbûn di Deryaya Tirkbûnê de
\n
\n4 Kurdên Çola Kirşehirê: Girêdana bi Kurdbûnê di Dilê Tirkbûnê de. Doç dr. Arzu Yilmaz
\n
\n5 Kurdên Haymana-Enqereyê: Eşîreke Kurd li Paytexta Tirkiyeyê. Reyhan Özşahin û Dr. Haci Cevik
\n
\n6 Koçberî, Nasname û Bîra Çandî: Avakirina Civakî ya Kurdbûnê li Bala-Enqereyê: Prof. Dr. Sena Kaplan
\n
\n7 Kurdên Yunakê: Meşa li ser Têlekê li Konyayê: Dr. Beyza Han-Tunçez
\n
\n8 Mahaleya Kurd li Kastamonuyê: Tax wekî Nasname: Xwendekarê doktorayê: Reyhan Özşahin
\n
\nBeşa III. Kurdbûna Pêşketî li Anatoliya Navîn
\n
\n9 Nasname, Koçberî û Mîmarî di nav Kurdên Anatoliya Navîn de: Dr. Gülustan Polat – Yilmaz
\n
\n10 Jin û Siyaset di nav Kurdên Anatoliya Navîn de.Dr. Buşra Çelik Koşan.
\n
\nLi ser navê PKANê, em spasiya hemû kesên ku ked dane vê berhemê dikin.
\n
\nPlatforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN