Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

KONGREYA 5'EMÎN A PKAN ALMANYA BI SERKEFTÎ HATE LIDARXISTIN

KONGREYA 5'EMÎN A PKAN ALMANYA BI SERKEFTÎ HATE LIDARXISTIN


PKAN-Almanya di 14’ê Hezîrana 2026’an de li Deutsch-Kurdisches Kulturhaus a bajarê Bonnê yê Almanyayê Kongreya xwe ya 5’emîn bi beşdariyeke berfireh lidarxist. Kongre di atmosferake germ, hevaltî û samîmî de pêk hat û gelek mêvanên ku ji gund û navçeyên Kurdên Anatoliya Navîn hatibûn amade bûn.

Kongre, bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir, ji dûwa bi silavkirin û axaftina vekirinê ya hevserokên PKAN Almanya berdwam kir. Bi dengdana beşdaran Divana Kongreyê hate hilbijartin. Piştî wê, raporên xebat û aborî yên dema 2024-2026’an ji aliyê hevserokên PKAN Almanya ve hatin pêşkêşkirin.

Piştî nirxandin û nîqaşên ku li ser raporan hatin kirin, raporên xebat û aborî bi yekdengî hatin pejirandin. Hevserokan herwiha agahdariyên kurt li ser çalakî û xebatên ku PKAN-Almanya di du salên dawî de pêk anîne dan.

Di berdewamiyê de sinevîzyonek ku ji wêne û vîdeoyên li ser çalakiyên PKAN, çanda Kurdî û şêwaza jiyana Kurdên Anatoliya Navîn pêk dihat hate pêşkêşkirin. Piştî vê pêşkêşkirinê, mêvan û beşdaran derbarê xebatên PKAN-Almanya de nêrîn, hêvî û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku PKAN Ewropa ji bo Kurdên Anatoliya Navîn çarçoveyeke girîng a civakî û çandî ye. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya xebatên platformê di parastina ziman, dîrok, çand, adet û kevneşopiyên Kurdên Anatoliya Navîn de. Herwiha hate gotin ku festîval, şevên çandî û semînerên ku PKAN Ewropa rêxistine ji bo civakê gelek hêja ne.

Di kongreyê de plan û armancên dema nû jî hatin nirxandin. Taybetî hate gotin ku di gihiştina ciwanan û jinan de hin kêmasî hene û divê di vê warê de xebatên çêtir û berfirehtir bên meşandin. Ji bo çareserkirina van kêmasiyan amadekirina projeyên nû û xebatên konkret hatin biryardan.

Piştî navberekê ji bo xwarinê, hilbijartina rêveberiya nû hate kirin. Li gor biryara kongreyê, hejmara endamên rêveberiyê ji 16 kesan zêde bû û bi tevlêbûna 5 endamên nû gihîşt 21 kesan.

Ji bo dema 5’emîn, Mehpare Kara û Cengiz Binyıl wek hevserokên PKAN-Almanya hatin hilbijartin. Hevserokên nû û endamên rêveberiyê spasî hemû deleg, endam û dostên ku beşdarî kongreyê bûne kirin û bal kişandin ser yekîtî, hevgirtin û xebata hevpar.

Di dawiya kongreyê de tevahî beşdaran bang li Kurdên Anatoliya Navîn kirin ku bêtir xwedî li PKAN Ewropa derkevin û piştgirîya xwe zêde bikin.

Kongre piştî standina daxwaz û hêviyan, di atmosferake dostane de bi hêviyên serkeftinê bi dawî bû.

PKAN ALMANYA Bonn, 14’ê Hezîrana 2026’an