Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

BRAZER BOZLAK LI SWÊDÊ XELATA KARSAZÊ SALÊ YA 2026’AN WERGIRT!

BRAZER BOZLAK LI SWÊDÊ XELATA KARSAZÊ SALÊ YA 2026’AN WERGIRT!

Kadir Brazer Bozlak ê ku di şeş saliya xwe de ligel malbata xwe koçî Swêdê kiribû, bi serkeftinên xwe yên di qada karsaziyê de bala her kesî kişand ser xwe.

Bozlak ê ku di sala 2017’an de bi vekirina xwaringeheke biçûk gava xwe ya yekem avêtibû, îro bûye damezrîner û rêveberê giştî (CEO) yê koma navneteweyî ya bi navê Urban Italian Group. Ev kom îro xwediyê 20 xwaringehan e, zêdetirî 1.500 kesan lê dixebitin û dahata wê ya salane ji 100 mîlyon euroyî derbas dibe.

Li Swêdê xelata herî bi prestîj a karsaziyê wergirt

Di şeva taybet a ku di 10’ê Cotmehê de hat lidarxistin de, yekîtiya karsazan a Swêdê (Företagarna), xelata herî bi prestîj a welêt, ango xelata "Karsazê Sala 2026’an a Swêdê" da Kadir Brazer Bozlak.

Li gorî nirxandina lijneya juriyê, xala herî girîng a vê serkeftinê ew e ku Bozlak bêyî veberhênerên derve, bêyî deynên bankayê û piştgiriya fînansmanê, tenê bi hêz û derfetên xwe yên aborî şîrketa xwe mezin kiriye. Her wiha hate diyarkirin ku derfetên pêşketin û geşbûna pîşeyî yên ku ew pêşkêşî xebatkarên xwe dike, roleke diyarker di dayîna vê xelatê de lîstiye.

Bozlak piştî wergirtina xelatê spasiya hevalên xwe yên xebatê kir û destnîşan kir ku ev serkeftin berhema keda hemû tîmê ye û got ku ew bi vê hevkariyê pir serbilind e.

Çîroka serkeftina Kadir Brazer Bozlak mînakeke şênber e ku nîşan dide mirov bi ked, biryardarî û baweriya bi xebata kolektîf dikare ji destpêkeke xwerû bigihîje lûtkeyeke cîhanî.

Kadir Brazer Bozlak bi eslê xwe ji gundê Mêhîna Biçûk (Aktaş) ê girêdayî Şereflîkoçhîsara Enqereyê ye.

Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), em bi dil û can Kadir Brazer Bozlak pîroz dikin û serkeftina wî ya bêdawî hêvî dikin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)