MEHDÎ ZANA WEFAT KIR!
Mehdî Zana, di 29ê Tebaxa 2026an de li bajarê Amedê çavên xwe ji jiyanê re girtin û koça dawî kir.
Mehdî Zana, yek ji navdar û sembolên herî girîng ên welatparêziyê bû ku li seranserê Kurdistanê deng veda bû û bi têkoşîna xwe hate naskirin.
Di navbera salên 1977-1980î de serokatiya Belediyeya Amedê kir. Di dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de hate girtin, ji serokatiya Belediyeyê hate dûrxistin, rastî îşkenceyên giran hat û bi giştî 16 salên xwe di zîndanan de derbas kirin.
Piştî ku ji zîndanê derket, neçar ma ji welat derkeve. Zana li Ewropayê jî xebatên ji bo yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê meşand û piştgiriyeke mezin da têkoşîna li welat.
Kurdên Anatoliya Navîn, nav û dengê birêz Mehdî Zana li welat bihîstibûn, lê dema li Ewropayê ew ji nêz ve naskirin, eleqeyeke mezin nîşan dan û her dem mînetdariya xwe anîn ziman.
Mehdî Zana, dê li bajarê xwe, li “Bajarê Berxwedanê” Amedê were oxirkirin.
Em wekî PKAN ji malbata Mehdî Zana re, ji Kurdên Anatoliya Navîn û ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Ji hêla rêxistina xwe PKAN’ê ve soz didin ku em ê armanc û xeta têkoşîna Mehdî Zana bidomînin.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)