Li gundê Cêlikan (Kırkpınar) ya girêdayî navçeya Kulu ya Konyayê, li ketina gund tabelayeke du zimanî (bi Tirkî û Kurdî) hat danîn. Ev pêvajo bi pêşengiya Özkan Yıldız û malbata wî bi rast gerî.
Özkan Yıldız di gera xwe ya havînê ya li Bakurê Kurdistanê de, bala xwe da ser tabelayên duzimanî yên şaredariyan û ev yek ji bo wî bû îlham. Piştî vegerê, wî û malbata xwe ev fikra xweş weke projekê li gundê xwe Cêlikan jî pêk anîn.
Hêjayî gotinê ye ku beriya vê projeyê, li gundê Germikê (Hisar) jî tabelayeke piçûk a bi Tirkî û Kurdî hatibû danîn.
Wek Platforma Kurdên Anadolya Navîn (PKAN), em hêvî dikin ku gundên me yên din jî xwedî li navên xwe yên resen derkevin û gavên wiha yên ji bo ziman û çandê bavêjin.
Platforma Kurdên Anadolya Navîn (PKAN)