Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

AMEDSPOR DERBASÎ LIGA SUPER BÛ!

AMEDSPOR DERBASÎ LIGA SUPER BÛ!


Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ragihand ku Lîga 1. bi dawî dibe. Amedsporê lîg di rêza duyemîn de temam kir û bi serkeftineke dîrokî, rasterast mafê beşdarbûna Lîga Super bi dest xist.

Di hefteya 38an a lîgê de, Amedsporê li dijî Iğdır FK maçeke gelekî dijwar lîst. Amedspor bi encama 3-3 xalên xwe gihand 74an û bi vî rengî derbasbûna xwe ya Lîga Super misoger kir. Bi vê encamê, nûnerê Amedê di dîroka klûbê de cara yekem e ku di lîga herî bilind de cih digire.


Serkeftina Amedsporê vê êvarê di nav gelê Kurd de bû sedema kêfxweşiyeke mezin û bêhempa. Kurdên Anatoliya Navîn jî bi coşeke mezin vê şampiyoniyê pîroz dikin. Li navçeya Yunakê û li gundê Incovê (Yeniceoba) yê Konyayê konvoyên dirêj hatin lidarxistin. Gel bi kelecaneke mezin û bi coşeke bilind daketin qadan.


Wekî tê zanîn, hezkiriyên Amedsporê hefteya borî kolanên Incovê bi rengên Amedsporê xemilandibûn. Her çend Şaredariya Cihanbeyliyê bi hinceta biryara Qeymeqamtiyê ew al daxistibûn jî, îro ew reng bi serkeftineke mezintir li asîmanan pêl didin.


Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), em vê serkeftina mezin li Amedsporê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev serkeftin ji bo gelê Kurd bibe wesîleya yekîtiyê û bextewariyeke mayînde.


PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)