Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

BAYÊ VEJÎNÊ Xizan Şîlan

  hespê min yê çeleng ber bi çirûskên hêviya pêşerojê ve dibeze li reştariya siya şevên xewle şewqa çira dilê xeşîm dibiriqe erdên bejî û zîwa bi gulgenimên zeviya şîn zîl dan ji parzûna salên tehl û tirş şîrê jiyaneke şêrîn dipale pêlên wîzewîza  bayê vej�

BAYÊ VEJÎNÊ Xizan Şîlan

 

hespê min yê çeleng

ber bi çirûskên hêviya pêşerojê ve

dibeze

li reştariya siya şevên xewle

şewqa çira dilê xeşîm

dibiriqe

erdên bejî û zîwa

bi gulgenimên zeviya şîn

zîl dan

ji parzûna salên tehl û tirş

şîrê jiyaneke şêrîn

dipale

pêlên wîzewîza 

bayê vejînê

di perdeya guhên min de

pistepist in

li meydana şahî û dîlanan

agırê meşaleya newrozê

gur û şên bû

bêhna sosin 

û beybûnên azadiyê

ji erdnîgariya axa qedîm

difûre

ax ax welatê bav û kalan 

dergûşa Welatê rojê

min

li ser sînga te ya gewr

konê mizgîniya serxwebûnê

vegirt

bejna keç û bûkên serbixêlî

bi rengê fîstanê kesk, sor û zer

xemiland

toza firtûneyên heyaman

li serê zalimên xwînmij

daweşand

xirabî li aşê qencî û dilpakiyê

hêrand

bi tasa spî

ji şureşura kaniya îsyankar

ava berxwedanê

vexwar

li hesretkêşî û bêrîkirina te

mîna mecnûnê sergêj

derbeder geriyam

min

destana helbesvanên nemir

Melleyê Cîzirî

Feqiyê Teyran

Ehmedê Xanî

û eşqa Mem û Zînê

li ser textê şaristaniya te

neqişand

ez ê

bi sonda tolhildana şervanên mêrxas

bûka xwe ya delal

ji nav deste dêlegurên har

bigrim

bifitilînim 

birevînim 

rizgar û azad bikim

 

Xizan Şîlan

2023-04-14

Stockholm

 

Xizan Şîlan
Xizan Şîlan

Helbestvan û nivîskar