Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Sersaxî

Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

Helbestvanê navdar ê kurd Ehmed Huseynî ev demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî îro jiyana xwe ji dest da.

Ehmed Huseynî di sala 1955an de li Amûdê ji dayik bû. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê xwend. Ehmed Huseynî li Zanîngeha Şamê ya Sûriyeyê beşa Felsefeyê qedand. Hikûmeta Sûriyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ji ber vê yekê neçar ma ku di sala 1989an de biçe Swêdê.

Ehmed Huseynî yê ku helbestvanekî navdar e di Roj TV de pêşkeşxaniya bernameyê kiribû. Her wiha di lijneya weşanê ya Rojnameya Xwebûnê (Azadiya Welat) de jî cih digirt. 

Berhemên Ehmed Huseynî di sala 2002yan de bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin.

Em wek PKAN ji Ehmed Huseynî re rehma Xwedê dixwazin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin.