Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku Endamê Meclisa Şaredariya Cihanbeyli ya DEM Partiyê Kadir Bekar, piştî qezayeke trafîkê û dermankirina ku li pey wê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.
Kadir Bekar siyasetê ne tenê wekî peywirekê, lê wekî xebateke ji berjewendiyên cîvakê û berpirsiyariya li hemberî gelê xwe didît; bi durustî, samîmîyet û têkiliya xurt a bi gel re li herêmê wekî siyasetmedarekî hezkirî û rêzdar dihat nasîn. Mirina wî, ji bo malbat û hezkiriyên wî, her weha ji bo hevalên ku bi hev re siyaset dikirin û ji bo gelê Cihanbeyli yê ku wî ji nêz ve nas dikir jî windayiyeke mezin e.
PKAN ji bo Kadir Bekar ji Xwedê rehmê dixwaze; ji bo malbat, dost û heval ä, civata DEM Partiyê û gelê Cihanbeyli serxweşî û sebir dixwaze.
Bîranîna Kadir Bekar bi girêdana wî ya bi gelê xwe re û bi têgihîştina wî ya durust a siyasetê re dê her berdewam bike.
PKAN – PLATFORMA KURDÊN ANATOLYA NAVÎN