Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

Hêviyên Reben

hêviyên reben \ndi bêdengiya jana awirên melûl de \nçira min vêdixe \nxweşbêhna çîçekên rengîn \nli derdora erdên bejî \nbelav dike \nbi dermanê henasa germ \nbirîna qolincên serdeman \nmizdide \nbi...

Hêviyên Reben
hêviyên reben \ndi bêdengiya jana awirên melûl de \nçira min vêdixe \nxweşbêhna çîçekên rengîn \nli derdora erdên bejî \nbelav dike \nbi dermanê henasa germ \nbirîna qolincên serdeman \nmizdide \nbi mifteya çirûskên rûmetê \ndergeha zîndanên rûreş \nvedike \nli ser şopa zanayên xwedî bawerî \nmin dimeşîne \nhîqehîqa şabûna kenê zarokan \ndi newalên bêrîkirinê de \ndiherikîne \nji nav pêlên bahozên har \ntovên aramî û hezkirinê \nberhev dike \nqalpaxa çavên reşbelek \nli ber pencera bendemaniyê \nxilmaş dike \njanêşa salên kambax \nrawestgeha temenê perîşan \ndaristanên rengavêtî \nguliyên dara hişkbûyî \nbilûra Egîdê Cimo \ndi guhên şevê de dinalîne \nsîtavka heyveroniyê \ndi gola xweşbîniya derûniya min de \ndibiriqîne \nhêviyên reben \nxwêdana eniya rojên bêhnteng \nradimûse \npaşila şevistanên kor \nbi şewq û şemala bextewariyê \n \ndiçirisîne \nkonê sêwiyên malwêranbûyî \nvedigire \nbirîna dilê dayik û bavên xemkêş \ndikewîne \nhêviyên reben \nli kolanên xerîbîstana derbeder \nçirûska pêşiya min e \nçêja sifreya helbestê \nli ber şevperestan \nradixîne \nli qûntara çiyayên bilind \nagirê vejîna lehengên şoreşê \ngeş dike \nbi bayê serê sibehê \nhespê çeleng çarkavkî \ndibezîne \nbi rîsê hesretê \ntevna xeyalên mişextbûyî \ndihûne \nhêviyên reben \nbi qurtên hêsirên cemidî \ndilê min şad dike \nXizan Șîlan \n2020-05-25 \nStockholm
Xizan Şîlan
Xizan Şîlan

Helbestvan û nivîskar