Leyla Zana Sembola Me Giştikan e!
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKANê bi daxuyaniyekê bersiva êrîşên nijadperest û zayendnêr ên li dijî Leyla Zana da. \n \nEm wek PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn , gotinên nijadperest û zayendnêr ên...
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKANê bi daxuyaniyekê bersiva êrîşên nijadperest û zayendnêr ên li dijî Leyla Zana da.
\n
\nEm wek PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn , gotinên nijadperest û zayendnêr ên di maça Bursaspor û Somaspor de, li dijî Leyla Zana hatina kirin lanet û şermezar dikin.
\n
\nZêfên di maça Bursaspor û Somaspor de, li dijî Leyla Zana hatine gotin, di şexsê Leyla Zanayê de, ji Kurdan giştikan re hatine gotin.
\n
\nÊrîşên bêexlaq ên ku di maçê de hatina kirin, wekî serhişkiya komek alîgir nayên dîtin û bila ew kom jî cahêl neyên hesabkirin.
\n
\nVan êrîşan hedefeke xwe heye , sîyaseta gelê kurd, pêşketina jina kurd a di qadê de ye. Kurt û Kurmancî, ev bi serê xwe sucê nefretê ye.
\n
\nPKAN, di dawîya daxuyaniya xwe de got, divê futbol bi tenê futbol be û bi tenê wek lîstik were lîstin. Ji rayedaran jî hate xwastin ku dest bi mûeyîdeyên yasayî bikin.
\n
\nLeyla Zana ne bi tenê ye.
\n
\nPlatforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN