PKAN-DK ŞEŞEMÎN KONGRA XWE LIDARXISTIN!
PKAN Danîmarkayê Kongreya xwe ya 6emîn roja şemîyê di 03 gûlanê 2025an de li bajarê Ishøj Danîmarka lidarxist. \n \n Ji endamên PKAN-Danîmarkayê dora 50 kes tevlî kongreyê bûn. \n \nKongre bi...
PKAN Danîmarkayê Kongreya xwe ya 6emîn roja şemîyê di 03 gûlanê 2025an de li bajarê Ishøj Danîmarka lidarxist.
\n
\n Ji endamên PKAN-Danîmarkayê dora 50 kes tevlî kongreyê bûn.
\n
\nKongre bi axaftina Rêveberên PKAN-Danîmarka Kemal Goksû û Ahmet Gezer dest pê kir û piştî axaftinan dîwan hat diyarkirin.
\n
\nJi bo dîwanê; Gûl Ozcan, Şoreş Bilikan ,û W.Allan Çelik hatin hilbijartin.
\n
\nDîwanê ,spasîya xwe pêşkeşî beşdarvanan kirin ku hatina hilbijartin, ji dûwa jî rojeva Kongre pêşkeş kirin û ji hêla endaman ve hate qebulkirin.
\n
\n Hevserokê PKAN-Danîmarkayê Ahmet Gezer li ser powerpointê rapora du salan yek bi yek ji beşdarvanan re şîrove kir. Gezer ji dûwa wiha berdewam kir, van projeyên ku PKAN-DK qedandîne ,lê çend projeyên giringê ku wek PKAN-DK me nikarê bikin jî hene. Li Danimarka tenê li hêrêma Kopenhagê 10-12 Camî hene. Piraniyên wan bi alikariya maddî A Kurdên Anatoliya Navîn hatine çêkirin. Lê Camîyek me Kurdên Anatoliya Navînê bi serê xwe tune.
\n
\nKurdên Anatoliya Navîn, va bû 50 sale ku hatina Danîmarka cih û warekê me tûne. Xwercê xwe ku îro mûzexaneka Kurdên Anatoliya Navîn li bajarê Kopenhagê hebiya, em kîne ji ku derê hatine, qewmê me , çanda û hûnera me û jîyana me bide naskirin. Dema ku Danîmarkêk bipirse tû kî yê? Ew tenê dikare bêje navê min flan kese û ez ji Hecîlere me. Ji bilî vê, ji bo Kurdên Anatoliya Navîn tiştekî din nikare bibêje .Em wek PKAN-DK, vê kêmasiyek xwe rêxistinê dibînên.
\n
\n Yusuf Z. Sûtçû, Rêveberê PKAN-DK, rapora malî hûr û kûr pêşkeşî beşdarvanan kir.
\n
\n Li ser rexne û pêşniyaran, Sabrî Yilmaz spasîya xwe ji Rêveberên PKAN-DK re kirin. Sabrî got, projê mûzexane fikrekê pir başe, ji bo ku derbasî jiyane be di nav gel de were niqaş kirin.
\n
\nTaner Genç encûmenê Belediyê Ballerupê, Kongra PKAN-Dk şeşemîn pîroz kir û ji Rêveberîya nû re serkeftî xwest.
\n
\nFatih Baran encûmenê Belediyê Brønbyê , kar û xebatên li ser Kurdên Anatoliya Navîn ji hêla PKAN-DK ve tên kirin ji me Kurdan re pir girînge û pêwîste em pîşgirîyê bidin PKAN-DK.
\n
\nMêvanê PKAN-DK ,birêz Sileman Keleshiê kêfxweşim ku bûm mêvanê we û wiha got Kurdên Anatoliya navîn li hemberî asîmîlasyonê, tenê tevgerî û birêxistinbûyên dikarin bisekinên. Birêz Sileman Keleshiê, wiha bi dawî anî, pê şanaz bûm, dibînim ku Kurdên Anatoliya Navîn 500 salin hê jî xwe diparêzin.
\n
\nPKAN-DK, di Kongrê de kitêba Lêkolînvan û Nivîskar Erdal Çolakê bi navî Orta Anadolu Kûrtlerî da nasandin. Erdal Çolak, danasîna kitêba xwe bi kurtasî wiha anî zimên û spasîya PKAN-DK , ji bo danasîne kir. Lêkolînvan û Nivîskar Erdal Çolak, ew xebata 21 sale ku ez li ser Kurdên Anatoliya Navîn dixebitim. Ji gelek çavkanîyan, ji arşîvên Osmanîyan û ji gelek hevalên Akademîsyên piştgirî wergirt. Ji giştikan re spas xwe dişînim . Lêkolînvan û Nivîskar Erdal Çolak,pirsên beşdarvanan bersivand û kitêba xwe ji xwendevanan re îmza kir.
\n
\nPKAN-DK, di Kongre de standa pirtûka vekir, xêrê ji pirtûkên PKAN’ê ,pirtûka Yusuf Z. Sûtçû ji di stand bala xwendevanan kişand.
\n
\nPiştî nirxandin û erêkirina raporan, dîwan derbasî hilbijartina Rêveberiya nû bû. Gûl Ozcan û Ahmet Gezer wek hevserokên PKAN-Danîmarka hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji 11 kesan pêk tê.
\n
\n