kirasê xeyal û hestên germ
li bejna helbesta qefilî
dipêçim
rayên êşa dilê xeşîm
li nav parsûyên sînga qelişî
gurpegurp in
ji laşê temenê sefîl
xwîna birînên kewnegirtî
diniqute
dîwarê hêviya pêşerojê
hilweşiya
roj li hingura êvarê
neçû ava
kevokên aştiyê ji hêlîna xwe
fîrar kirin
çîçekên gulîstana bêhnxweş
nepişkivîn
şadî û bextewariya salan
qurifîn
keştiya ramanên hûr û kûr
li peravên deryaya xeman
asê ma
li nav daristanên keskeşîn ez bûm
şaxa dareke bêpel
li nîvê şevên esmer
ez bûm mehkûmê tenêtiya
wêran
xêrnexwezan
xençera îxanetê
di sifre û pişta xûzbûyî re
daçiqandin
çirûskên agirpêta azadiya derbirînê
vemirandin
hemû demsalên rengîn ji min re
bûn zivistan
xortaniya şên û şeng
li nav bîranînên jankêş û çîlekêş
zû kal bû
siya kul û kederên bedena tevizî
xwîn vedirişe
ez bûm tûrikê li ser pişta
parsekan
stêrkên hinava şewitî yek û yek
xuricîn
ji kortika çavên asîmana şîn
rondikên hesretê
dibarin
dergûşeke heft mehî
di malzaroka demên bêînsaf de
qîreqîr e
ez ji eşq û sewdaya xapînok
sar bûm û cemidîm
çûkên hezkirin û bêrîkirinê
koçî warên nediyar bûn
tîrêjên tava sibehên rûken li min
xeyidîn
li bêçaretiya feleka bêbext
kevirên çiya û zinaran
deng vedan
xeribîstana xopan ji min re bû
zîndaneke reştarî
tîreke zirav xwe li kezeba peritî
alandiye
li vê jiyana dinyaya derewîn
ez di westîbûna xwe de
westiyam
û mîna ava qerisî dilop dilop
heliyam
Xizan Şîlan
2024-04-14
Stockholm
Xizan Şîlan