Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdperweran, li parêzvanên zimanê dayikê û li her kesê ku bi dengê vî zimanî li ber xwe dide, pîroz be.
Mîr Celadet Alî Bedirxan, 94 sal berê di 15ê Gulana 1932an de li Şamê, bi derxistina Kovara Hawarê bingeha şoreşeke çandî û zimên avêt. Di sala 2009an de, Civata Giştî ya KNK’ê ev roja pîroz bi fermî wek "Roja Zimanê Kurdî" îlan kir.
Kovara Hawarê ne tenê destpêka alfabeya latînî, lê belê vejîna hişmendiya neteweyî bû. Bi saya vî mîrasê ku Mîr Celadet ji me re hiştiye, zimanê kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporyê geş bû û gihîşt asteke akademîk.
Mîr Celadet Bedirxan çi qas xweş gotiye:
“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya azadî û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî hebûna zimanê me bide naskirin; lewma ziman şertê hebûna me yê pêşîn e.”
Bila tirba wî bibe gulistan û mîrasê wî her zindî bimîne.
Rewşa Kurdên Anatoliya Navîn û Têkoşîna li Dijî Asîmîlasyonê
Siyaseta asîmîlasyonê ya li ser Kurdên Anatoliya Navîn, di serdemên borî de çawa hebû, îro jî bi hemû giranî û bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Zimanê kurdî li van herêman di nav pencên windabûnê de dinale. Ev rastiyek e ku heta perwerdehiya bi zimanê dayikê nebe bingeha jiyanê û ziman di nava kolan, mal û saziyan de neyê axaftin, parastina nasnameyê dê her dem di rîskê de be.
Lê belê, di deh salên dawî de hêviyeke nû şîn bûye. Kurdên Anatoliya Navîn li dijî vê helandinê radibin û xwe birêxistin dikin. Di sala 2015an de, damezrandina Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), ji bo paşeroja gelê me bû pêngaveke dîrokî. PKAN îro keleha herî xurt a li dijî siyaseta asîmîlasyonê ye.
Her çiqas asengî pir bin jî, eleqeya li ser ziman û çandê roj bi roj geştir dibe. Pirtûkên kurdî tên çapkirin, nivîskarên nû diderkevin û herî girîng jî, PKAN-TV bi weşanên xwe yên bi kurdî, dengê Kurdên Anatoliyayê digihîne her derê û dibe pira di navbera rehên me û pêşeroja me de.
Ziman Hebûn e, Hebûn Azadî ye!
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)