Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

EM SALÎH MUSLÎM JI BÎR NAKIN!

EM SALÎH MUSLÎM JI BÎR NAKIN!


Kedkarê 55 salan ê şerê azadîya kurd û Kurdistanê Salîh Muslîm duh ji ber nexweşiya gurçikan şehît ket. 

Salih Muslim sala 1951’ê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Perwerdeya dibistana seretayî û lîse li Helebê temam kir û di sala 1977’an de beşa Endezyariya Kîmyayê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê qedand. Salekê şûnde li Erebistana Siûdî dest bi kar kir. Dema ku li Erebistana Siûdî kar dikir, beşdarî karê Tevgera Azadiyê bû. 

Di sala 2003’yan de, tevlî avakirina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bû. 

Di kongreya 2’yemîn a PYD’ê ya sala 2012’an de wek hevserok hat hilbijartin û tevî Asya Abdullah heta sala 2017’an ew peywir domand. Di van salên yek ji demên herî dijwar yên Şoreşa Rojava bû, bi taybetî li Ewrûpa, li hemû navendên girîng karê dîplomatîk meşand.  

Kurekî Salîh Muslîm ê bi navê Şervan Muslîm di berxwedana rizgarkirina Girê Spî de şehîd bû. 

Salîh Muslîm ku ji ber nexweşiya xwe êş dikişand, heta roja şehadeta xwe têkoşîna xwe domand.  

Salîh Muslîm, li bajarê xwe, “Bajarê berxwedanê”, Kobanê were oxirkirin. 

Em wek PKAN ji malbata Salîh Muslîm, ji Kurdên Anatoliya Navîn û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. 

Dîsa em wek PKAN soz didin ku em ê armanca Salîh Muslîm pêk bînin. 

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN