Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

ÎBRAHÎM BENLÎ DI MECLÎSA DANÎMARKAYÊ DE YE

ÎBRAHÎM BENLÎ DI MECLÎSA DANÎMARKAYÊ DE YE

Kurdên li Danîmarkayê dijîn, bi serkeftineke girîng a siyasî nûnerê xwe şandin meclîsê. Namzetê Kurdên Anatoliya Navîn, Îbrahîm Benlî, li ser navê Partiya Enhedslisten (Partiya Yekgirtî) hat hilbijartin û bû parlamenter.

Îbrahîm Benlî ku bi eslê xwe ji gundê Bumsuzê ya Haymanayê ye, bi salan e li Danîmarkayê di nav xebatên civakî û siyasî de cih digire. Benlî û partiya wî, wekî dengê rêxistinên Kurdan ên li Danîmarka tên naskirin.

Dîroka Kurdan a li Danîmarkayê digihe 60 salî. Kurdên ku di nava vê demê de di qadên aborî, çandî û civakî de bûne beşekî bingehîn ê civakê, êdî di qada siyaseta bilind de jî bi vîna xwe tên temsîl kirin.

Îbrahîm Benlî, piştî eşkerebûna encaman hilbijartinê spasiya piştgirên xwe kir. Benlî di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya civaka Kurd û bi strana "Keça Kurdan" a Aynur Dogan coşa xwe nîşan da.

Di vê pêşbirka hilbijartinê de 8 namzetên din ên Kurd jî cih girtibûn. Her çiqas wan nekarîbû bibin parlamenter jî, bi xebatên xwe bandoreke girîng li ser pêvajoyê kirin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), bi daxuyaniyekê serkeftina Îbrahîm Benlî pîroz kir. 

PKAN’ê diyar kir ku ev encam ji bo Kurdên li Danîmarkayê dijîn, bi taybetî ji bo Kurdên Anatoliya Navîn, destkeftiyeke dîrokî ye û her wiha cihê şanaziyê ye.

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN