KOMKUJIYA HELEPÇE!
Îro salvegera Komkujiya Helepçeyê ye!
16’ê Adara 1988’an, Saddam ku yek ji dîktatorên Rojhilata Navîn bû, bajarê Kurdan, Helebçe bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Penc hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jî seqet man.
Çekên Seddam yên kîmyewî tunebûn. Helbet, çekên kîmyewî welatên pêşketî û demokratîk ên rojavayî dabûn Saddam. Yanî Helepçe ne tenê sûcê Seddam e, sûcê dewletên ku ew çekên kîmyewî dane Saddam in jî.
Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqetmayîna bi deh hezaran kesî bi sînor nema; bandora wan çekan hing jî li bajêr berdewam e.
Bandora bombeyên kîmyewî ku bajarê Helepçe û li derdora wê hatiyê kirin. Nexweşiya pençeşêre ji sedî 800 zêde bû. Li hêla din nexweşíyên jina çar qat zêde bûn û bi hezaran kes bi nexweşiyên qirik, kezeb, poz û çavan re rû bi rû man. Bi hezaran kesan çaven xwe winda kirin.
Em wek PKAN, di 38 sala Komkujiya Helebçeyê de, hemû komkujerên destê wan di vê qatlîmê de heye, lanet dikin.
Em bang li gelê Kurd jî dikin, ji bo ku careke din qetliam li ser kurdan çênebin xwe bi rêxistin bikin û bibin yek.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN