Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

BELEDIYÊ AKDENIZÊ DESTESERKIRIN

Hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û 4 endamên meclîsa şaredariyê ji 10’ê Çile ve ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin binçavkirin. \n \nDesthilatdariya AKP-MHP’ê...

BELEDIYÊ AKDENIZÊ DESTESERKIRIN
Hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û 4 endamên meclîsa şaredariyê ji 10’ê Çile ve ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin binçavkirin.  \n \nDesthilatdariya AKP-MHP’ê dema polîtîkaya xwe ya qirêj a li hemberî Kurdan didomîne, hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike. Li aliyê din hê jî kiryarên xwe yên dijhiqûqî yên li dijî Kurdan didomînin.  \n \nPiştî girtina Hevşaredarên navçeya Akdenîzê û endamên meclîsê, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi biryar e ku siyaseta xwe ya qirêj bidomîne.  \n \nGelê navçeya Akdenîzê ev 3 roj in li dijî binçavkirina hevserok û endamên meclîsê li ber xwe dide. Li aliyê din li her cihê ku Kurd lê dijîn, çalakiyên li dijî binçavkirin û destwerdanên şaredariyan dewam dikin.  \n \nWeke Platforma Kurdên Anatoliya Navîn em bi israr tekez dikin ku ev biryara tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li dijî pîvanên demokrasî û mafên mirovan e. Em wek PKAN van kiryaran ne rewa dibînin û bi tundî şermezar dikin.  \n \nWeke PKAN em bang li hemû gelê Kurd û Tirk dikin ku li dijî zilma vê desthilatdariyê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin.