Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

ÇERXA DEMÊN LAL / Xizan Şîlan

min hemû rabirdûyên xwe şewitandin bîranînên koçber li kendalên tenha mehkûm kirin xewnereşkên şevên kor bi sêdara çaxên genî ve  daliqandin xem û xeyalên xwe  di sîngê zinaran de  mûmya kirin qêrîna kefenê zarokên bêkes di mêjiyê min de  deng vedide kul û keder di

ÇERXA DEMÊN LAL / Xizan Şîlan

min

hemû rabirdûyên xwe

şewitandin

bîranînên koçber

li kendalên tenha mehkûm kirin

xewnereşkên şevên kor

bi sêdara çaxên genî ve 

daliqandin

xem û xeyalên xwe 

di sîngê zinaran de 

mûmya kirin

qêrîna kefenê zarokên bêkes

di mêjiyê min de 

deng vedide

kul û keder

di kaniya çavên ziwa de 

hatin veşartin

rojên min

di çerxa demên lal de 

dilerizin

xemgîniya awirên fedyok

sîtavkên neynika dilê şikestî ye

ramanên min yên felsefî

di raperînên xwe de 

digihêjin ronahî ye

li tijîbûna meydanan

nasnameya qedexebûyî 

dihûnim

pêşerojên nediyar 

xwe spartine tenişta çalên bêbinî 

saeta ber balgiyê min

ji tenêtiya salên qambax re 

hat barkirin

hestên mirina bêdeng

li nav xeyalên şevên esmer 

westiyan

li nimêja danê êvarê

tizbiyên sebira derwêşan 

dikişînim

ez

biyaniyê warên laşê xwe me

di bêçaretiya temenê wêran de

min têkçûna xwe kuşt

tûrikê firtûneya jiyanê

di asoyên keskesor de

bi hêviyên berbabûyî 

dadigirim

Xizan Şîlan

2011-09-11

Stockholm

Xizan Şîlan
Xizan Şîlan

Helbestvan û nivîskar