Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Di pey mamoste Ehmed Husêynî..

Di pey mamoste Ehmed Husêynî..

Edebiyata Kurdî, mamosteyekî damezrîner winda kir; hostadekî ku derfetên estetîk ên zimanî gihandibû sînorên herî dawî û helbesta Kurmancî ji şêweyekî ji rêzê derxistibû û kiribû dîsîplîneke ramanê. 


Ehmed Husêynî, piştî berxwedaneke bi rûmet a li dijî nexweşiya ku demekê ew xistîbû nav pencên xwe, koça dawî kir û ji nav me bar kir. 

Çûyîna wî, ne tenê windakirina navekî ye; di nava asîmîlasyon û bêdengiya dîrokî de, bi bilindkirina ala zimanekî nîşan dida ka zimanek çawa dikare bibe mekanîzmayeke berxwedanê û formeke hunerî ya delal. 

Ehmed Husêynî, peyv ne wekî rêbazên asayî, lê wekî bendên jiyanî yên ku hafizeya perçebûyî ya gelekî li hev digirin, heta moxê hestiyên xwe hîs kir û da hîskirin.


Helbesta wî, di edebiyata Kurdî ya modern de ne tenê ceribandineke şêwazê, bi serê xwe sekneke ontolojîk û ekolek bû. 

Husêynî, bargiraniya sirgûnê ya ku her tiştî dirizîne û mirov ji koka wî sar dike; bi dîsîplîneke hundurîn a mezin veguherand kûrahiyeke felsefî. Îro gelek pênûsên ku bi Kurdî dinivîsin, di bin siya cîhana îmajên ku wî ava kiriye û di bin sîbera hûrbîniya wî ya zimanî de şîn dibin. 

Ehmed Husêynî ruhê zana bû ku hemî deman xwe ji daxwazên dinyewî û çepikên demkî dûr girt; temenê xwe fedayî rûmeta ziman û daxwaza azadiya gelê xwe kir û di her rêzika xwe de careke din ji me re îspat kir ku estetîk, çalakiya herî mezin a siyasî ye.


Di berhemên Husêynî de êş, ne derbirîna psîkolojiya qurbaniyekî, lê nîşaneya xemgîniyeke esîl û vîna ku nayê hejandin e. Hunera wî ya ku dûrahî, sînor û bêçaretiyê ji çarçoveya temayekê derdixist û bi trajediya gerdûnî ya mirovahiyê re dikir yek, taybetmendiya herî bingehîn bû ku ew ji hevdemên wî vediqetand. 

Helbesta wî, dema ku birînên civakî yên gelekî bi hestiyariyeke kesane dipêça; ji hêla din ve bi dostanî, sohbet û kûrahiya xwe ya çandî ji bo her kesê li derdora xwe weke felsefeyeke jiyanê pêşkêş dikir. 

Wî ne tenê rêzik ji me re hiştin; wî ji me re pisûleyek hişt ku nîşan dide ka zimanek di bin çemberên herî giran ên zextê de jî çawa dikare bi awayekî nazik serî hilde.


Ji bo min ev mirina vî helbestvanê gewre ne tenê xatirxwestina hosteyekî ye; birîna çûna hevalekî ye ku min heta nefesa dawî min pê re têkîlî hebû û her gava ku ez di tengav dibûm, min xwe sipart hiş û siyaneta wî. 

Di wan axaftinên me yên dawî yên bi telefonê de jî, ew rûmeta ku qet kêm nedibû, ew dilsoziya bavikane ya ku di dengê wî de hebû û ew rêberiya wî ya ku her dem rê nîşan dida, dê di dilê min de wekî şopeke neyê jêbirin bimîne.


Ehmed Husêynî, çawa ku bû dengê bi milyonan kesên deng û ziman jê hatî birrîn, ji bo min jî dilê herî maqûl bû ku min di tevahiya jiyana xwe de serî lê dida. Her çend bedena wî îro ji nav me bar kiribe jî, dengê wê dostaniya rasteqîn û ew ruhê bêhempa yê ku li pey xwe hiştî, dê di hafizeya qedîm a Kurdistanê de her û her bijî.


Kadir Çelik

Kadir Çelik
Kadir Çelik

Nivîskar û rojnamevan