Kadîr Înanir, di 26’ê Hezîranê, şeva înê jiyana xwe ji dest da.
Înanir xwedî helwestek demokrat, humanîst û aştîxwaz bû. Yanî li gor nasnavê hunermend jiya û bû vîcdanê civakê.
Kadir İnanır, di 15ê Nîsanê 1949’an de li navçeya Fatsa ya Ordu’yê di nav malbateke ku 14 zarokan wan hebûn de ji dayik bû. Lîseya Haydarpaşa ya İstanbulê qedand şûnde, Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmara, beşa Radyo û Televîzyonê qedand.
Înanir sala 1968’an de bi fîlmê “Yedi20 Adım Sonra” dest bi lîstîkvaniyê kir.
Di nav kariyera xwe de, di gellek fîlmên girîng, wekî "Selvi Boylum Al Yazmalım", "Utanç" "Ah Güzel İstanbul" "Kırık Bir Aşk Hikâyesi" "Tatar Ramazan" û "Yılanların Öcü" lîst.
Înanir di "Pêvajoya Çareseriyê" de di nav “Şandeya Aqilmendan” de cih girt û li herêma Deryaya Spî gund bi gund geriya û girîngiya aştiyê vegot.
Înanir seranserê jiyana xwe de li aliyê mazlûman cih girt.
Em wek PKAN ji gelên Tirkiyê, bi taybetî jî ji gelê Kurd re, ji malbat û hezkirên Înanir re sersaxiyê dixwazin.
Em Kadîr Înanir ji bîr nakin
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN