Kurdên Efrînê piştî 8 salên koçberiyê vedigerin cih û warê bav û kalên xwe.
Vegerîna Efrîniyan di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tê.
Wek tê zanîn , dewleta Tirkiyê di sala 2018an de Efrin dagir kirin û birêvebirina bajêr teslimî çeteyên ereb yên ku girêdayî xwe kirin.
Duh ji Qamişlo û Hesekê 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên girêdayî Efrînê; bi 50 otobûs û 75 erebeyên enter ku Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehbayê amade kiribûn, gihîştin Efrînê.
Koçberên ku bi darê zorê , ji cih û warê xwe hatibûn derxistin , ji hêla xelkê Efrînê ve bi kilam , dehol û zirneyan û bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN